Dagirkeriya dewleta Tirk li Aûgsbûrgê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê, li bajarê Aûgsbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê, li bajarê Aûgsbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Girseya gel roja Çarşemê li kolanên bajêr meşiya û pankarta bi nivîsa "Em gel in, gel li vir e" vekir.
Di çalakiyê de ev bang hate kirin; "Ev şer nîne, ev operasyoneke êrîşê ye. Divê Tirkiye tavilê leşkerên xwe vekişîne û êrîşan rawestîne."
Keçeke biçûk a Efrînî jî banga "Ji kerema xwe şer bisekinînin" kir.
Di dema çalakiyê de komek nîjadperestên Tirk ên alîgirê AKP'ê hewl dan provokasyonê bikin. Tevî provokasyona vê koma faşîst ku ala Tirkan vekir, çalakî bi pirsgirêk dewam kir.