Dag: Giyanê 68'an bi ciwanan re dijî
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir, ciwanên Kurd ên ku mîrateya şoreşger a 68'an dane ser milê xwe, bi heman bawerî û biryardariyê têdikoşin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir, ciwanên Kurd ên ku mîrateya şoreşger a 68'an dane ser milê xwe, bi heman bawerî û biryardariyê têdikoşin.
Yek ji parlamentera ciwan a HDP'ê Dersim Dag di salvegera darvekirina wan de Deniz Gezmiş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi bîr anî û got bi ciwanên Kurd re giyanê 68'an zindî ye.
Dad got têkoşîna wan ji bo tevgerên şoreşger rêyek vekiriye û diyar kir ciwanên peyrevên wan ên di nav têkoşîna şoreşger de xwedî li mîrateya vê têkoşîna şoreşger derdikevin. Dag got,''Bi milyonan ciwan ji rêça têkoşînê ya bi pêşengiya wan hêzê distînin, ji wan îlhamê digirin, li dijî faşîzmê û dagirkeriyê têdikoşin. Belê, îro belkî ev 48 sal in ji hêla fizîkî ve ne di nav me de ne lê giyanê wan û ramana wan bi me re ye. Îro bi hezaran Deniz, Huseyîn û Yusuf têdikoşin. Kana eşqa şoreşê ya di dilê bi hezaran ciwan de ew in û heta ku ev eşqa şoreşê hebe wê Deniz bijîn.''
Dag got ciwanên polîtîk ê dema niha hê jî bi biryardarî û baweriya roja pêşî têdikoşe, xwe li guherîn û konjonktrûrê tîne, giyanê demê zevt dike û têkoşînê geş dike. Dersim bi berdewamî got, ''Ji bo me bîr pir girîng e û sedema sereke ye me têr dike. Ev têkoşîn heke gihabe bi milyonan ev bi hêza ji rabirdûyê û fedkariyê ye. Her kes hay ji vê heye û li gorî vê hemû enerjiya xwe dide.''
Dag bal kişande ser êrîşên li ser ciwanên Kurd, diyar kir dewleta Tirk bi ciwanên Kurd hemû civaka Kurdistanê kiriye heef, van salên dawî êrîş zêdetir bûne û ji bo ku ciwanên Kurd têkoşîneke polîtîk nekin her tiştî dikin. Dag got, ''Dixwazin wan bixin nav xeleka madeyên hilbirê, fihûş û sîxûriyê. Bi van polîtîkayên gemarî di şexsê ciwanên Kurd de dixwazin civaka Kurd ji esl û feslê xwe derxînin û ji xeta wê ya polîtîk dûr bixin.''
Dag diyar kir ciwanên Kurd bi dînamîzma têkoşînê û kevneşopiyê hêzê distîne û biryardar e. Dag got, ''Qêrîna Deniz a li sêpeya darvekirnê, berxwedana bêhempa ya li zindana Amedê ya Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Îboyan; baweriya Mahîr û Sînanan, fedekariya Egîd û Zîlanan, di serî de ji bo ciwanên kurd, ji bo hemû ciwanên şoreşger dibe azweriya têkoşînê. Îro jî ciwanên kurd li dijî faşîzmê li her qadê li ber xwe didin.''
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag got ciwanên Kurdistanê kana hêza û îlhama xwe ji rêça şoreşgerî ya nifşê 68'an distîne û got, ''Êşa ku em jiyane, têkoşîna ku me daye û fedakarî em anîne vir. Ji bo vVê nifşê 68'an ji bo Kurdan û ciwanên Kurd bûye fetlonekek.''