Dadgeriya Tirk dixwaze 25 sal cezayê girtîgehê li Bîlgen bibire

Dadgeriya Tirk doz li Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen vekir û dixwaze ji 11 salan heta 25,5 salan cezayê girtîgehê lê bibire.

Serdozgerê Komarê ya Amedê, têkildarî banga ji bo Kobanê ya Cotmeha 2014'an, der barê Parlementerê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen lêpirsîn dabû destpêkirin û Bîlgen di vê çarçoveyê roja 31'ê Çileyê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Di çarçoveya heman lêpirsînê de dadgeriya Tirk doz li Bîlgen vekir û dixwaze ji 11 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê li Bîlgen bibre. Di gilînameya ji 64 rûpelî de, ku ji aliyê 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin, Bîlgen bi îdiayên "endametiya rêxistinê", "Bi awayekî vekirî tehrîqkirina sûc" û "Tehrîqkirina gel a ji bo civîn û meşên derqanûnî" tê tawanbarkirin. 

Di çarçoveya lêpirsînê de, Bîlgen di 29'ê Çileyê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û ew anîbûn Amedê û paşê serbest hatibû berdan. 

Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê Bîlgen di 31'ê Çileyê de careke hat binçavkirin û paşê hat girtin. 

Dema li dadgeriyê lêpirsîna Bilgen didomiya, di çapemeniya nêzî hikûmetê de nûçeyên bi sernavên "Wekîlê HDP'î Ayhan Bîlgen hat girtin" wek "Nûçeya Lezgîn" hatibûn serwîskirin û ev bûbûn cihê nîqaşan.