Dadgeriya Tirk biryara girtina Ocalan û Ayhan da

Dadgeriya dewleta Tirk biryar da, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan bên girtin.

Rûniştina sêyemîn a doza li dijî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan hat vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat. Di vê dozê de, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî, Ayhan bi 'propaganda rêxistinê' tê sûcdakirin. Ayhan li rûniştinê ne amade bû. Li dadgehê parêzerên Ayhan parastin kirin lê dadgehê bi hinceta ku Ayhan ne li adrêsa xwe ye, li gel ku bang lê kirine nehatiye, biryara girtina wî hate dayin.

Dîlek Ocalan jî ji ber ku tevlî merasîma cenazeyekî bûbû, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi îdîaya ku 'propagandaya rêxistinê' kiriye doz hatibû vekirin. Dîlek Ocalan tevlî rûniştina 2. nebû. Li dadgehê Dîlek Ocalan ji hêla parêzeran ve hate parastin, lê şandeya dadgehê bi heman hinceta Ayhan biryara girtinê da.

Dîlek Ocalan beriya bi çend rojan bal kişandibû ser rûniştinê û gotibû dibe ku ew 1’ê Sibatê were girtin.