Dadgeriya Tirk 12 endamên HDP û DBP'ê girt
Ji endamên HDP û DBP'ê yên roja 28'ê Tîrmehê li Stenbolê hatin binçavkirin, 12 hatin girtin.
Ji endamên HDP û DBP'ê yên roja 28'ê Tîrmehê li Stenbolê hatin binçavkirin, 12 hatin girtin.
13 endamên DBP û HDP'ê yên 28'ê Tîrmehê li Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, derxistin pêşberî Edliyeya Bakirkoyê. 12 ji wan, bi hinceta ku tevlî daxuyaniyên çapemeniyê, sersaxî û perwerdeya partiyê bûne bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Kesê hatine girtin ev in: Aygul Tûrhan, Enver Sonmez, Ercan Dogrû, Ahmet Saginç, Mehmet Şah Guneş, Mehmet Şîrîn Akyol, Mevlut Aykoç, Mûstafa Elma, Ridvan Doner, Sedat Çayci, Eşref Yaşar, Guven Pinar.
Danê vê sibehê li Edeneyê jî 20 kes hatin binçavkirin.