Dadgerî û hikumeta Elman di mijara DAÎŞ'ê de li hev nakin

Dadgeha herêmî ya li Berlînê biryar da hevsera çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman û 3 zarokên wê yên li kampa Holê ya QSD'ê ne bîne Elmanyayê. Lê belê Wezareta Karên Derve li dij derket.

Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman ku di operasyonên hêzên YPG/QSD'ê de bi saxî hatin zevtkirin rêveberiya Berlînê hîn çareseriyek peyda nekiriye. Tevî banga Serokê DYE'yê Donald Trump û rêveberiya Rojava ya ji bo 'wergirtina çeteyên wan' hikumeta Elman a Federal hîn jî bi xemsarî tevdigere.

Hikumeta Elman her wiha malbatên DAÎŞ'iyan ên li kampên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ne qebûl nake. Lê belê dadgeheke herêmî ya li Berlînê ku rewşa hevsereke çeteyê DAÎŞ'ê û sê zarokên wê nirxand, di destpêka meha Tîrmehê de biryareke mînak wergirt. Di biryarê hate ragihandin ku divê malbata çeteyê DAÎŞ'ê bînin Elmanyayê.

LI GORÎ BIRYARÊ WÊ ELMANYA MALBATÊ JI QSD'Ê BIXWAZE

Malbata DAÎŞ'î ku ji Eyaleta Saksonya Jêrîn e, li kampa Holê ya li Hesekê ye. Dadgeheke bilind jî biryara dadgeha herêmî pejirand. Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Berlîn-Brandenbûrgê di biryara xwe de diyar kir, "Divê her dewlet welatiyên xwe qebûl bikin."

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ku li gorî biryarê diviyabû bi rengekî fermî malbata çeteyê DAÎŞ'ê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bixwasta nerazîbûn nîşanî biryara dadgeha bilind da. Wezaretê xwest ku tenê sê zarok bên anîn û biryara der barê vegerandina hevsera çeteyê DAÎŞ'ê bê betalkirin.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de hatin weşandin, Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Berlîn-Brandenbûrgê nivîseke nû ji Wezareta Karên Derve re nivîsî ye û xwestiye hemû malbatên çeteyên DAÎŞ'ê bên vegerandin. Di nivîsê de wiha hate gotin: "Elmanya ku mirovên radîkal ên ji welatên din dersînor dike, radîkalên xwe li welatên din dihêle."

Tê gotin ku zêdeyî 200 Elman ku piraniya wan jin û zarok in ên çeteyên DAÎŞ'ê di destê hêzên YPG/QSD'ê de ne.

Her wiha zêdeyî 2800 çeteyên DAÎŞ'ê bi operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê hatin zevtkirin ku 800 ji wan ji welatên rojavayî ne.