DAÎŞ'ê di dema pandemiyê de êrişên terorê zêde kir

Di medya Fînlandiya û Swêdê de hate ragihandin ku tevdîrên welatan ên ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê bi kêrî DAÎŞ'ê hatine û çeteyan di vê demê de kar û çalakiyên xwe yên terorê ji nû ve zêde kirine.

Di hevpeyvînekê de ya li ajansa nûçeyan a Fînlandiyayê (Yle) hate destnîşankirin, ji ber ku dewletan polîtîkayên neteweyî û tevdîrên li dijî belavbûna vîrûsa koronayê kirin karê xwe yê sereke, DAÎŞ ji nû ve veguherî gefekê.

Nûçegihana Rojhilatê Navîn a Televîzyona Dewletê ya Swêdê Stîna Blomgren jî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li Iraqê tenê di nava meha Nîsanê de zêdeyî 110 caran êrişên terorî kirin.

Lêkolînera Enstîtuya Polîtîkaya Derve ya Fînlandiyayê (FIIA) Marîette Hagglûnd ku beriya niha çû Iraqê û têkildarî çeteyên DAÎŞ'ê lêkolîn kir, anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê heta astekê çalak bûne.

Hagglûnd bi bîr xist ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp sala 2017'an îlan kiribû ku DYE'yê û koalîsyonê DAÎŞ têk birine û got, "Dewleta Îslamê Xalîfetiya xwe ji dest bide jî îdeolojiya xwe heta astekê li Sûriye û Iraqê dewam kir."

'DI DEMA PANDEMIYÊ DE JI BER KU KONTROL KÊM BÛ ÊRIŞ ZÊDE BÛN'

Diyar kir ku gotinên dibêjin 'DAÎŞ tune bûye' nerast in û ji sala 2017'an ve jî hebûna xwe û karê xwe biçûk jî be didomîne.

Hagglûnd diyar kir ku ji ber vê yekê Fînlandiya jî di nav de koalîsyona ji zêdeyî 100 dewletan pêk tê êrişên xwe yên li dijî DAÎŞ'ê dewam dikin û destnîşan kir ku kuştina Generalê Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê DYE'yê ve, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz bû.

Hagglûnd ragihand ku bi vekişîna hêzên koalîsyonê re rewşa li Iraqê nebaş bûye, çeteyên DAÎŞ'ê qadeke berfirehtir bi dest xistine û got, "Ji ber ku polîtîkaya navxweyî nearam e hêzên çekdar ên Iraqê nikarin bi têrkerî bixebitin. Zêdeyî sal û nîveke hikumetek li welêt nîne."

Hagglûnd anî ziman ku li Iraqê bal ne li ser DAÎŞ'ê ye, lê belê li ser rewşa siyasî ya li welêt e û got, "Hîn nehatibe piştrastkirin jî ji ber ku kontrola saziyan kêm bû, pandemî bû sedem ku êrişên Dewleta Îslamê zêdetir bibe."

'HUCREYÊN RAZAYÎ YÊN LI IRAQÊ ÇALAK BÛN'

Hagglûnd ragihand ku çavdêr dibêjin, hucreyên razayî yên DAÎŞ'ê li Kerkûk û Bexdayê bêhtir çalak bûne û diyar kir ku DAÎŞ'ê li Sûriyeyê jî êrişên li dijî hêzên ewlekariyê, çavkaniyên petrolê û sivîlan zêde kir.

Her wiha diyar kir ku DAÎŞ'ê ji bo xebatên xwe fînanse bike demên dawî rêyên nû yên qeçaxçitiyê û veşartinê peyda kiriye.

Hagglûnd ragihand, serketina şerê li dijî DAÎŞ'ê yê li Iraq û Sûriyeyê bandor li ewlekariya Ewropayê jî kiriye û diyar kir ku DAÎŞ a li Iraqû Sûriyeyê têk çû, hêza xwe kêm bû ku li Ewropayê û welatên din êrişan bike.

'TENÊ MEHA NÎSANÊ 110 ÇALAKIYÊN TERORÊ KIRIN'

Nûçegihana Rojhilata Navîn a Televîzyona Dewletê ya Swêdê Stîna Blomgren jî destnîşan kir ku pispor hemfikirin ku bi pandemiyê de çeteyên DAÎŞ'ê êrişên xwe zêde kirine.

Blomgren bi bîr xist ku li Iraqê tenê meha Nîsanê çeteyên DAÎŞ'ê 110 çalakiyên terorê kirin û got, "Gefa xwe ya ji bo zêdekitinr êrşan di meha Remezanê de bi cih tîne."

'DAÎŞ PROPAGANDA PANDEMIYÊ DIKE'

Blomgren diyar kir ku DAÎŞ propaganda wê yekê dike ku vîrûsa koronayê cezakirina Çîniyan ji aliyê Xwedê ye, hişyariya li dijî Misilmanên Şîa yên li Îranê ye û tolhildana ji hêzên rojavayî ye. Her wiha ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê ji endamên xwe dixwazin ku li Ewropayê çalakiyên terorê bike. Blomgren diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê di nava du mehên dawî de li Fîlîpînê, Efganistanê, Maldîvan, Mozambîkê, Misir û Yemenê çalakiyên terorê û komkujî kirin.