Partiyên siyasî destnîşan kirin, ku nabe DÎTÎB ji Enqereyê fermanê bigire û diyar kirin, ku nabe DÎTÎB mîna destê Erdogan ê li Elmanyayê bixebite.
Bi wesîleya Cejna Qurbanê DÎTÎB û Şûra Misilmanên Hambûrgê çaakiyek li dar xistin. Derket holê ku navê Parlamentera Dîe Lînek Cansû Ozdemîr di kêliya dawî de ji lîsteya vexwendiyan hatiye derxistin.
Li gorî nûçeqya qenala ARD'ê, Parlamentera Kurd Cansû Ozdemîr ku li Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Seroka Koma Dîe Lînke ye, bi 'fermana Enqereyê' ji lîsteya vexwendiyan hatiye derxistin.
Ozdemîr, ku wê weke Seroka Koma Dîe Lînke li vê çalakiyê biaxiviya, hat îdîkiarin ku 'ji ber sedemên organîzasyonê' navê wê ji lîsteyê hatiye derxistin. Lê belê eşkere ye ku bandora Enqereyê ya di vê biryara DÎTÎB'ê de diyarker e, ku Enqere Ozdemîr weke 'Sempatîzana PKK'ê nîşan dide.
Cansû Ozdemîr ji ARD'ê re axivî û got, "Destê Enqereyê digihêje heta Hambûrgê. Ev yek cihê tirs û fikaran e." Ozdemîr bi bîr xist ku ew nûnera gel e ku bi rengekî demokratîk hatiye hilbijartin.
ENDAMÊ ŞÛRAYÊ: DÎTÎBÊ NEXWEST
Endamê Şûra Misilmanan a Hambûrgê Danîel Abdîn ragihand, ku li pişt vê nêzîkatiya li hemberî Cansû Ozdemîr, DÎTÎB heye.
Abdîn anî ziman, piraniya endamên Şûrayê li dij in ku navê Ozdemîr ji lîsteya vexwendînameyan hatiye derxistin.
PARTIYÊN SIYASÎ LI DIJ IN KU DÎTÎB JI 'DERVE' VE BÊ RÊVEBIRIN
Serokê Koma CDU ya Parlamenta Eyaletê Andre Trepoll piştî vê rewşa sosret axivî û xwest, DÎTÎB ji nava peymanên di çarçoveya bernameyên ahengiyê de li eyaletê hatine amadekirin, bê derxistin. Trepoll destnîşan kir, ku saziyên fermanê ji Tirkiyeyê bigirin û cihêrengiyan li dijî hev sor dikin, bi kêrî demokrasiyê nayên.
Serokê Koma SPD'ê ya Parlamenta Eyaletê Andreas Dressel jî, her çend peymanên bi DÎTÎB'ê diparêze jî anî ziman, ku ne rast e ji derve fermanê bigire û 'ji dûr ve were birêvebirin'.