Welatiyê bi navê Ozgur Bozkurt ku çû Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulera Edeneyê birayê xwe Adem Bozkurt bibîne, piştî hevdîtinê hat binçavkirin.
Li Edeneyê welatiyê çû ziyareta birayê xwe yê girtî hat binçavkirin. Welatiyê bi navê Ozgur Bozkurt ku çû Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulera Edeneyê birayê xwe Adem Bozkurt bibîne, piştî hevdîtinê, ji aliyê leşkerên peywirdar ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku, di derbarê Bozkut de biryara girtinê heye û ji ber vê yekê hatiye binçavkirin. Li çav lê ye ku Ozgur Bozkurt derxînin pêşberî dozger.
Hat hînbûn ku, Ozgur Bozkurt mexdûrê tacîz û tecawizê yê Girtîgeha Pozantiyê ye.