CPT dê rastiyên li Îmraliyê aşkere bike?

CPT dê rastiyên li Îmraliyê aşkere bike?

Tecrîda dijwar a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lez û bez berdewam dike. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê heta niha 5 caran çûye girava Îmraliyê. CPT ku 27 Sibat-3’yê adara 1999 çû Îmraliyê tesbîta “Li Îmraliyê îzolasyon heye” kir. CPT di serdanên xwe yên 16-17’ê sibata 2003 hişyariya “Ger muxalefeta hewayê hebe, bila rojeke din hevdîtin pêk bînin”. Tecrîda herî dijwar û demdirêj a li ser Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011 ve berdewam dike û ji ber bêdengiya wê CPT li rastî nerazîbûnên tund tê. CPT herî dawî roja 17’ê çileyê çû Girava Îmraliyê û lêkolîn kir. CPT’yê heta niha derbarê lêkolînên xwe yên li Îmraliyê de tu daxuyaniyek nedaye. Niha tê mereqkirin ka dê encamên lêkolînên rastiyên li Îmraliyê aşkere bike an na.

Piştî pêvajoya darizandina Ocalan hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de dest pê kir. Di sala pêşî de hefteyê 2 caran hevdîtina parêzeran pêk dihat û di 12'ê çileya 2000'an de hevdîtin daxistin rojekê. Di sala 1999'an de parêzer 46 caran bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2000'an de hevdîtina parêzeran daxistin 32 caran. Di sala 2001'an de 33 caran hevdîtin pêk hat û di sala 2002'yan de 46 caran serlêdan hate kirin jê 12 hatin redkirin. Di sala 2003'yan de jî ji 27'ê mijdar û 12'ê adarê de hevdîtin hatin astengkirin û ji 25 serlêdanan 13 serlêdan hatin redkirin. Serlêdanên parêzeran ên di sala 2004'an de ji 25'an 6 hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî ji 45 serlêdanan 15 hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de ji 59 serlêdanan 38; di sala 2007'an de ji 55 serlêdanan 25 hatin redkirin. Di sala 2008'an de 21 caran hevdîtin hatin astengkirin û bi giştî 147 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2009'an de jî serlêdanan parêzeran 11 caran hate redkirin û 77 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2010'an de jî ji 50 serlêdanên parêzeran 17 hatin redkirin û bi giştî 119 rojan hevdîtina bi Ocalan re hate astengkirin. Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011 ve tecrîda girankirî ya li ser Ocalan berdewam dike. Ev 543 roj in bi hincetên “rewşa hewayê”, “keştî”, keştî tê temîrkirin” û hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin.

CPT JÎ TEVLÎ PÊVAJOYA TECRÎD Û ÎZOLASYONÊ BÛ

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava pêvajoya 14 salan de ji ber binpêkirinên mafan û tecrîda li ser miwekîlê xwe Ocalan gelek caran serî lI CPT’yê da û di vê çarçoveyê de CPT 5 caran hate serdana Îmraliyê. CPT ku 27 Sibat-3’yê adara 1999 çû Îmraliyê tesbîta “Li Îmraliyê îzolasyon heye” kir. CPT di serdanên xwe yên 16-17’ê sibata 2003 hişyariya “Ger muxalefeta hewayê hebe, bila rojeke din hevdîtin pêk bînin”. CPT piştî lêkolîna xwe ya sêyemîn ku 19-22’yê gulaan 2007 pêk hatibû gotibû “Ji 1999’an ve tu tiştek li Îmraliyê neguheriye.” CPT 2010 careke din çûbû serdana Îmraliyê û diyar kiribû ku divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin. CPT herî dawî 17’ê çileya 2013 de çû serdana Îmraliyê û lêkolîn pêk anî.

LÊKOLÎNÊN DEMA BORÎ YA CPT

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CP) lêkolînên xwe yên li girtîgeha Îmrali di 27’ê sibat-3’ê darê de pêk anî. Piştî serdanê ji aliyê CPT ve raporeke ji 49 xalan pêk dihat hat avakirin. Di raporê de tiştên Ocalan di binçavan de jiya jî têde, di der barê gelek mijaran de ji hikûmeta demî re pêşniyar bir. Di raporê de ji pêşniyarên ku herî zêde derket pêş yek ev bû: “Girtina Ocalan ya di vê hawira ku ewlehiya wê gelek zêdeye, ev cihê bê deng û ji ber ku bi tena serê xwe tê hiştin dê bandoreke neyînî li ser tenduristiya zîhnî bike û ji bo ev tiştên neyînî bên derbaskirin divê ewlehiyên cuda bên girtin.” Serdana Duyemîn jî di 2001’an de ji ber ku parêzer bi hincetên ‘koster xerabem ye’ an jî ‘muxalefeta hewayî’ nekarîbû bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bike, di 116-17’ê sibata 2003’an de pêk hat. Di rapora ku hat amadekrin de îzolasyona li ser Ocalan hatibû pêkanîn kirin rojevê û wiha hat gotin: “ Malbata Ocalan û parêzerên wî bi hincetên cur bi cur nekarin biçin hevdîtinê. Ji ber muxalefeta hewayî Ocalan ku nekaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike divê di rojeke din bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.CPT di navbera 19-22’ê Gulana 2007’an de di dema ku îdiayên ku Ocalan hatiye jehrîkirin hate rojevê û di rapora xwe ya 2010’an de raporek weşand de diyar ki ku li dijî rewşa li Îmraliyê hemû pêşniyar û hişyarî nehatine cih. Li gel raporên CPT Tirkiyeyê jî, bi navbeynkariya wezareta Karê Derve di nivîsên ku ji CPT’ê re nivîsî de bi awayekî vekirî xwest ku hinceta ku Ocalan wekê girtiyên din ji mafê xwe fêdeyê nagire cezayê dîsîplînê nîşan da. TECRÎDÊ BANDORÊ LI ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ KIR

Şert û mercên dijwar ên li girava Îmraliyê ku ji ber retûbetê bandorek mezin a nerênî li jiyana mirovan dike, bû sedema nerehetiyên teunduristî yên Ocalan. Adara 2007 parêzerên Ocalan derbarê lêkolîna li ser mûyek ji pora Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku muwekîlê wan tê jehrîkirin. Parêzeran da zanîn ku di avahiyê de rêjeya karbondîoksîtê ji sedî 75 e û serê li Serokwezaret, Odeya Tabîban û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û xwestin bikevin nava hewldanan. Hema piştî vê di nîsana 2007’ê de 20 roj cezayê hucreyê dan Ocalan. Li aliyeke din jî pirsgirêkên tenduristiyê her ku çûn dijwartir bûn.

Li gel şert û mercên dijwar ên 13 salan ên li Girtîgeha Îmraliyê, Ocalan bi nexweşî û zextan re rû bi rû ma. Li gel nexweşiyan, tîrmeha 2008 careke din êrîşeke fîzîkî li hemberî Ocalan pêk hat. Pora Ocalan bê daxwaza wî hatin qûsandin. Cotmeha 2008 jî careke din avêtin huncerya ku weke “darbestê” bi nav dikir. Ocalan di hevdîtina 4’ê Tîrmeha 2008 bi parêzerên xwe re pêk anî de diyar kir ku bi darê zorê porê wî hatiye qûsandin. Ocalan vê yekê wiha şîrove kir: “Pora min qûsandin. Dewlet dibêje ‘em kengî bixwazin em ê di bin kontrolê de rabigirin, tişta em dixwaizn em ê bikin, tu di destê me de yî, tu 24 saetan di bin kontrola me de yi.”

HAMMARBERG: EZ Ê HEVDÎTIN BI CPT RE BIKIM

Piştî serdana CPT ya li Îmraliyê, tecrîda li ser Ocalan hate şidandin. Ji ber vê tecrîda girankirî gelek saziyên mafê mirovan bang li CPT kirin, lê CPT bê deng ma. Çileya 2012 Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg hate Tirkiyeyê û diyar kir ku ew ê derbarê tecrîdê de bi CPT re hevdîtin pêk bîne. Raportora Tirkiyeyê ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Parlementera Sosyalîst a Frendî Josette Durrieu û Sekretera Komîsyona Çavdêriyê Sylivye Affholder hatin Tirkiyeyê û ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirk dan. Lê ev serlêdan bê bersiv ma. 20’ê sibatê jî Rêxistina Efûya Navneteweyî nameyek ji Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re şand û bal kişand ku bi astengkirina hevdîtina Ocalan bi malbat û parêzeran re qanûn tê binpêkirin.

CPT JI NÛVE HAT LÊ AGAHÎ NEDA

Heyeta CPT di navbera 21-28’ê hezîranê de hat Tirkiyeyê û li girtîgehan lêkolîn kir. Her çiqas bêjin yek ji van girtîgehan a Îmraliyê jî CPT der barê vêde tiştek negot. Di rapora ku CPT amade kir de cih dabû serdana xwe ya Tirkiyeyê û cih nedabû tespîtek xwe. Di raporê de der barê Ocalan de iwha got: “di 10’ê sibata 2012’an de nûnerên CPT li Strasbourgê bi Memurên Tirk yên paye bilind re, der barê rewşa Ocalan û girtiyên din yên Îmraliyê re hevdîtin pêk anî. Ji bo ku ev kes bi xizmên xwe û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne, di pratîkê de girîngiyeke mezin dan. Di hezîrana 2012’an de komîteyê bi wesîleya serdana ad hoc a li Tikriyeyêk anî de, li Enqereyê der barê vê de jî nîqaş kir.”

Di ser astengkirina hevdîtinan de salek derbas bû. Ev tecrîda herî dirêj ya li ser Ocalane û ligel hemÛ hewldanên parêzeran bersivê neyînî hat dayîn. Parêzeran 143 caran serî li Dozgeriya Komarê da. Îdareya girtîgehê bi hincetên ‘ Konster xerabeye, hewa xerabe, koster di tamiratê de ye, faliyeta personel tune’ red kir. Hefteya borî ligel ku germahiya hewayê 40 derece bû dîsa bi hincet ku mudaxalefeta hewayê heye serlêdana parêzera red kir.

Tecrîdê di 2012’an de berdewam kir. Parêzer ji 27’ê tîremaha 2011’an de 143 caran ji bo hevdîtinê serî lê da, lê hat redkirin. 26 caran gotin muxalefeta hewayê, 69 caran gotin koster xerabeye. 2 9 caran jî gotin koster di tamiratê de ye. Di 13-15 hezîranê de keştî hat. Lê vê carê ewraqên kosterê kêm bûn.

PARÊZER HER TIM SERÎ LI CPT DAN

Ji 27’ê tîrmeha 2011 ve hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re tê astengkirin. Ji ber vê jî parêzerên Ocalan her carê serî li CPT’yê didin. Buroya Huqûqê ya Asrinê derbarê mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de ku tu hevdîtin pêk nehatin de raporek pêşkêçş CPT’yê kir. Parêzerên Ocalan di roja 65’emîn a tecrîdê de serî li CPT’yê dan. Piştre parêzeran bi awayeke rû bi rû bi rayedarên CPT re hevdîtin pêk anîn û behsa tecrîda li ser Ocalan kirin. Parêzeran daxwaz kir ku CPT mekanîzmayên xwe pêk bîne û şandeyek ji bo lêkolînkirina Îmraliyê bişîne. Parêzeran bi demê re serlêdanên xwe yên ji bo CPT’yê nû kirin.

LI KURDISTAN, EWROPA Û TIRKIYEYÊ ÇALAKIYÊN KURDAN

Li hemberî tecrîdê Kurdan li Kurdistan, Ewropa, Tirkiye û gelek deverên ên cîhanê dest bi çalakiyan kirin. Roja 1’ê Adara 2011 li Ewropayê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek mezin hate destpêkirin. Li bajarê Franse Strasbourgê ku Kosneya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê lê ne, Rojnamevan-nivîskar Fuat Kav, Gonul Kaya, Ahmet Çelîk, Mecbure Ozer, Harun Yilmaz, Ahmet Kiliç, Emîne Benek, Gulîstan Hasan, Nîgar Enayatî, Erol Polat, Îmam Yildiz, Oner Uludag, Kerîm Sîvrî, Tarik Yusufî û Hasan Acar dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dor kir. Ev greva birçîbûnê di raya giştî ya cîhanê de dengek mezin veda. CTP çû Tirkiyeyê û ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê gelek kesayetên naskirî û dost ketin navberê. Di roja 52’emîn de çalakgeran dan zanîn ku ew gihiştine wê encamê ku dê saziyên peywendîdar bi çalakiya wan re eleqeder bibin û dê di pratîkê de xwestî wate be” û bi vî awayî dawî li greva xwe anîn.

Li Ewropayê, 8’ê Îlonê li bajarê Almanya Manheimê tura otobusê ya bi navê “Ji Ocalan re Azadî” hate dest pê kir. Otobus di 78 rojan de li 10 welat û 92 bajarên Ewropayê geriya û roja 24’ê mijdarê li bajarê Almanya Dusseldorfê bi meş û mitîngek mezin hate bidawîkirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê roja 12’yê Îlonê ragihandin ku ew bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dikin. Roja 5’ê mijdarê 10 hezar girtiyan bi hev re dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê bû rojeva Tirkiye û cîhanê. Piştre endamên Daîmî yên Meclîsa KCD’ê û Parlementerên BDP’ê di roja 65’emîn de dest bi greva birçîbûnê kirin. Roja 14’ê mijdarê jî Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî ket greva birçîbûnê. Di roja 67’emîn de agahiyek ji Ocalan hat.

HUSEYNOV: HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE MAFEK XWEZAYÎ YE

Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) Latîf Huseynov (Lətif Huseynov) roja 5’ê mijdara 2012 li ser pirsa ANF’ê ya der barê grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin diyar kir ku ew ji rewşa girtiyan bi fikar in. Huseyinov da zanîn ku ew li hemberî grevên birçîbûnê ne xemsar in.

Huseynov bersiv da pirsa ANF’yê ya bi awayê gelo hûn çima di serdana xwe ya 18-28’ê hezîranê de neçûn Îmraliyê û got: “Em weke CPT vê yekê qebûl dikin. Em destpêkê çûn cih da îdîayên mûameleyên xirab û hewldanê rûmetan dişkînin ên li hemberî zarokên girtî yên di Pozantiyê û girtiyên di de. Lê me guman û bendewariyên xwe yên li hemberî rewşa Îmraliyê ji Enqereyê re ragihand.”

SERDANA DAWÎ Û EZMÛNA DÎROKÎ YA CPT’YÊ

CPT herî dawî roja 17’ê çileyê çû Serdan Girava Îmraliyê û lêkolîn pêk anî. Şandeya ji 9 kesan pêk dihat, piştî lêkolîn bi helîkoptera leşkerî vegeriya Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê ya Bûrsayê. Hate diyarkirin ku CPT’ya ku ji bo serdanên xwe yên berê agahî nedida rayedarên Tirk, vê carê beriya serdana Îmraliyê bike, rayedarên Tirk agahdar kiriye. Her wiha, serdanên ku berê pêk dihatin piştî lêkolînê çend rojan dihate aşkerekirin, lê ev serdana dawiyê di heman rojê de kete çapemeniyê. Niha jî awir zivirîne ser daxuyanî û nirxandinên CPT’ya ku bi mehan e li hemberî tecrîda li Îmraliyê bê deng maye, ku dê di rojên pêş de bide. Niha tê mereqkirin ka dê CPT helwesteke çawa nîşanî tecrîda ku heta niha jî li Îmraliyê berdewam dike.