CPT bêyî serdana Îmraliyê bike vegeriya
CPT ya ku ev hefteyeke li Tirkiyeyê ye û der barê êşkenceyê de lêkolînan dike, li gel ewqas daxwaziyan jî bêyî ku biçe Îmraliyê, ji Tirkiyeyê çû.

Heyeta Astengkirina îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku hefteyeke li girtîgehên Tirkiye lêkolîn dike beyî biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ji Tirkiye vegeriya. Heyeta CPT'iyê ku di 29'ê Tebaxê de hate Tirkiye, heta 6'ê Îlonê li girtîgehên Tirkiye lêkolîn kir û beyî biçe Îmraliyê ji Tirkiye veqetiya. Heyeta CPT di malpera xwe ya înternetê de diyar kir ku , armanca ziyareta wan a Tirkiye piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bû û xwestin li ser binçavkirin û girtinan lêkolîn bikin. Heyetê da zanîn ku di çarçoveya ziyaretê de li Stenbol, Îzmir û Enqereyê bi sedan kesan re hevdîtin kirin. Heyetê destnîşan kir ku wan bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî di navde bi gelek rayedarên hikûmetê re hevdîtin kirin. Dîsa nûnerên saziyên civakî re jî hevdîtin kirine. Li gel ku saziyên Kurdan û saziyên civakî bi daxwazek zêde ji heyeta CPT xwest bi Îmraliyê hevdîtin bike jî heyet bêyî biçe Îmraliyê û beyî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike vegeriya. Heyetê da zanîn ku wan der barê rewşa Îmraliyê de ji rayedaran agahî girtine.
Heyeta CPT'ê midûriyeta polîsan a Golbaşi, Kampusa Girtîgehên Sîncanê, Kampusa Girtîgehên Sîlîvrî, Girtîgehên Tîpa F-1 a Îzmirê ziyaret kirine.