Coşa Roja Cîhanê ya Kobanê li Bakurê Kurdistan
Coşa Roja Cîhanê ya Kobanê li Bakurê Kurdistan
Coşa Roja Cîhanê ya Kobanê li Bakurê Kurdistan
Ji Şirnexê heya Dêrsîmê deh hezaran kes ji bo Kobanê derketin qadan
Tevahiya bajarên Kurdistanê di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê derketin qadan û berxwedana Kobanê hate silavkirin. Di axaftinên di çalakiyan de hatin kirin de heya dawiyê wê ji bo Kobanê têkoşînê bikin û Kobanê wê teqez bi ser bikeve.
AMED
Li Amedê di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de bi tevlîbûna deh hezaran kesan meş hate lidarxistin û berxwedana Kobanê hate silavkirin. Meşa ji Parka Koşuyoluyê destpê kir heya Qada Îstasyonê berdewam kir. Di meşê de pankartên "Me bi Kobanê destpê kir û em ê bi Kobanê ser bikevin." hate vekirin û slogan hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hatin hilgirtin.
Piştî meş li Qada Îstasyonê bi dawî bû rêzgirtinên pêk hat û Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrût axivî û wiha got: "48 roj in li Kobanê berxwendanek dîrok pêk tê." Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî wiha got: "Bi rojane ji bo gel dernekeve qadan tirsê pêk tînin. Em teqeze Kobanê tenê nahêlin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku berxwedana Kobanê weke berxwedana Vîetnamê ye û berxwedana dîrok ji hemû kesan re peyamek e û wiha got: "Êrîşên li hemberî Kobanê li hemberî bajar nîn in li hemberî mirovahiyê, çandê û jinê ne."
MÊRDÎN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi mehan armancê bi hezaran welatî li Qada Azadiyê hatin cem hev û meşiyan. Di meşê de dirûşmên "YPG", "Bijî berxwedana Kobvanê", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Di mîtîngê de welatiya ji Kobanê hatî Nefiye Mahmut ji girseyê re axivî û diyar kir ku heya dawiyê dê ji bo Kobanê şer bikin û wiha got: "Kobanê îro bûye yek parçe û têkoşîneke mezin nîşan dide. Bila hemû kes baş bizane gelê Kurd parçe nabin."
CIZÎR
Li navçeya Cizirê ya Şirnexê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Welatiyên li ber Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê hate cem hev û bi sloganan dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên "Em bi germahiya Rojava 1'ê Mijdarê li hemû gelê Kobanê pîroz dikin", "Parastina Kobanê, parastina welatparêziyê ye", "Berxwedana Kobanê, berxwedana mirovahiyê ye, em berxwedana Kobanê silav dikin", "Em roja 1'ê Mijdarê bi îradeya Rêber Apo berxwedana Kobanê silav dikin" hatin vekirin. Girse ji kolna Nisêbînê ber bi Otogarê ve meşiyan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Alî Akdenîz piştî meşê axivî û wiha got: "Kobanê ji bo me can û hebûna me ye. Em ê her tim ji bo Kobanê têkoşînê bidin."
Piştî axaftina girse belav bû.
COLEMÊRG
Li naçveya Çelê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî li dar xist. Bi sedan hemwelatî li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê meşek li dar xistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK, PKK û YPG'ê hatin vekirin û pankartên ku ji bo piştgiriya Kobanê hatin hilgilrtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Dê Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
ÇINAR
Li navçeya Çinarê bi munasebeta Roja Kobanê li ber avahiya DBP'ê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûne de Serokê DBP'ê ya Çinarê Abdulkadîr Dogan axivî û diyar kir li Kobanê YPG û YPJ destana qehremaniyê dinivîsîne û hemû lîstikên faşîst û hêzên emperyalîst pûç dike. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
PÎRAN
Li navçeya Pîranê jî bi daxuyaniyekê berxwedana Kobanê hate silavkirin. Li navçeya ku serê sibehê derabe nehatin vekirin, li Qada Çeşme daxuyanî hate dayîn û gelek welatî beşdarî daxuyaniya hate dayîn bûn. Di daxuyaniya hate dayîn de çalakiyên ji bo Kobanê li hemû cihanê belav bûye û her der bûye qada berxwedanê.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi munasebeta Rojê bi hezaran kes li konê sersaxiyê yê ji bo Ercan kaya (Gelhat Gabar) û Abdullah Nas (Mîran Dîdêrî) yen YPG'î ya li Parka Orhan Dogan hatin ba hev peyama xwedîderketina li berxwedana Kobanê dan. Beriya gel bê konê sersaxiyê li ber avahiya DBP'ê hatin ba hev û heta parkê meşiyan. Di xeta meşê de welatiyên li malên xwe jî bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşê. Li Parka Orhan Dogan rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Di axaftinan de berxwedana Kobanê hate silavkirin.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî bi hezaran welatî ber bi Qada Seyîd Riza meşek li dar xistin. Bi hezaran welatiyên ku li kolana Hunerê gel hatin ba hev û bi pankart û dirûşman meşiyan. Di meşa ku hilbijartî jî beşdar bûn bi ruhê serhildanê xwedîderketina li berxwedana Kobanê hate nîşandan.
STEWRÊ
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê li taxa Êwîna yê welatiyên ku daketin kolanan meş li dar xistin. Di çalakiya ku jin bi cilên kesk û sor û zer beşdar bûn de ji bo Kobanê dirûşm hatin berzkirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelê Kobanê dîrokê dinivîsînin û ji bo kurdan û hemû gelên cihanê têdikoşin.
SEMSÛR
Li Semsûrê bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê saet 14.00'an meşek hat lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kesan dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û meşiyan. Bi hezaran kesên li ber Midûriyeta Îtfaiyeyê kom bûn pankarta "Berxwedana gelên cîhanê wê li Kobanê bi ser bikeve" vekirin û heta Parka Demokrasiyê meşiyan. Li gel dorpêça polîsan gel sirûda Çerxa Şoreşê xwend û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heke Amerîka, Yekîtiya Ewropayê, dewletên Ereban û Tirkiye naxwazin gunehê sûcên dîrokê yên DAIŞ'ê nekişînin divê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kobanê. Piştî daxuyaniyê çalakiya gel bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
SILOPIYA
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi munasebeta "1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê" bi tevlîbûna deh hezaran welatiyan meş hat lidarxistin. Di nav de hevserokên Rêxistinên DBP'ê yên navçe û bajarokan, hevşaredarên navçe û bajarokan, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek Saziyên Civaka Sivîl bi deh hezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê kom bûyîn heya kolana 3'emîn a navendê meşiyan û carek din hatin ber avahiya DBP'ê.
Di meşê de pankarta, "Kobanê hebûn û tunebûna Kurdistanê ye" hate vekirin, alên KCK'ê, PKK, YPG'ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Salih Yîgît'ê 28'ê Cotmehê ji aliyê polîsan ve hatîbû qetilkirin û dowîzên, "Berxwedana Kobanê ronahiya Kurdistanê ye" , "Xwediyê Meqaban wê DAIŞ'ê têk bibin" hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên, "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana Kobanê" , "Ciwan fedayiyên Apo ne" , "Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe goristan" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.
Piştî ku girseya ji deh hezaran welatiyan pêk tê carek din li ber avahiya DBP'ê kom bû, ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê rêzgirtin pêk anîn. Li vir Rêveberê Rêxistina DBP'ê yê Silopiyayê Mashat Metîn axivî û got ku îro li 36 dewletên cîhanê bi mîlyonan kes ji bo berxwedana Kobanê silav bikin li ser piyan ne. Metîn bi lêv kir ku divê gelê Kurd her rojê weke 1'ê Mijdarê binirxîne û axaftina xwe wiha domand; "Divê heya ku xaka Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ û hemû hêzên dagirker were paqijkirin gelê Kurd li ser piyan be û berxwedana xwe bidomîne." Metîn herî dawî diyar kir ku mizgîniya serkeftina Kobanê nêz e û dê vê mizgîniyê bidin hemû cîhanê.
BÎSMÎL
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi heman armancê bi tevlîbûna hezarna kesan li Qada Newrozê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Kerîm Yildiz û Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu di mîtinê de axivî û balkişandin ser berxwedana Kobanê.
FARQÎN
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi heman armancê bi sedan welatiyên li ber Şaredariya Farqînê hatin cem hev bi slogan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Kolana Karabehlulbeyê dest bi meşê kirin û piştî demekê polîsan pêşiya meşê girt. Piştî hevdîtinan girse ber bi Kolana Gazî ve dest bi meşê kir. Piştî meşê Rêveberê DBP'ê yê Farqînê Ercan Aşici axafinek kin kir.
ÇEWLIK
Li Çewlîkê ji bi heman armancê DBP û HDP'ê xwest meşekê li dar bixin lê polîsan destûra meşê nedan û li ser vê yekê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bajar Halîs Yurtsever diyar kir ku îro hemû kesên dibêjin "ez mirov im" ji bo Kobanê derketin qadan. Piştî daxuyaniyê girse tevlî şahiya xwendekaran a li Salona Dehwetê ya Havuzbaşi bûn.
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Welatiyên li Parka Aştî hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin. Tevî êrîşa polîsan di demek kin de hejmara welatiyan hezaran zêde bû. Piştre girse dest bi meşê kir. Polîsan li ber Qeymeqamtiyê pêşiya meşê birî. Polîsan destûra meşê ya di nava navenda sûkê de pêk bê neda û li ser vê yêkê girse ber bi taxa Atakent ve meşiyan. Pişt re di navbera polîsan û ciwanan de pevçûn derket.