'Ciwanên Tirkiyeyê hê bêhtir berê xwe dan Rojava'

Hevseroka SGDF'ê Çoban destnîşan kir, ku bi komkujiya Pirsûsê re xwestine ciwanên Tirkiyeyê ji Şoreşa Rojava qut bikin û got, "Berevajî vê yekê, ciwanên Tirkiyeyê hê bêhtir berê xwe dane Rojava."

Di salvegera 3. a komkujiya Pirsûsê de, ku 33 ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî yên ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava bi rê ketibûn lê hatin kuştin, ciwanên Tirkiyeyê hê bêhtir berê xwe dane Şoreşa Rojava. Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ceren Çoban destnîşan kir, ku ev komkujî êrîşeke AKP'ê ya li dijî yekîtiya gelên Kurd û Tirk bû û di salvegera 3. de ji ANF'ê re qala komkujiyê û armancên xwe kir.

'PIRSÛS HEWLDANA AKP'Ê YA JI BO HILANÎNA TOLÊ JI GELAN BÛ'

Çoban bal kişand ser girîngiya atmosfera siyasî ya komkujiya Pirsûsê û anî ziman, hikumeta AKP-Qesra Erdogan ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji aliyê siyasî ve gelekî têk çû, hesabê vê yekê ji gel û ciwanên ku li jiyaneke nû digeriyan, hilanî. Çoban diyar kir,, komkujiya Pirsûsê destpêka vê pêvajoyê ye û destnîşan kir, ku bûyerên di nava du salên dawî de qewimîn, dewama vê pêvajoyê bûn.

Çoban da zanîn, bi komkujiya Pirsûsê re êrîş li pira têkoşînê ya yekbûyî ya ciwanan hate kirin ku di navbera gelan de hatibû danîn û got, "HDP'ê di 7 Hezîranê de serketineke mezin bi dest xistibû. Lêgerîna gelan a li jiyaneke cuda hebû. Dema mirov li Rojava dinerî, li wir jî şoreşek ava dibû. Li erdnîgariya me serdemeke welê bû ku lêgerîna li jiyaneke nû di asta herî bilind de bû."

'KOMKUJÎ HEVKARIYA AKP-MÎT-DAIŞ'Ê BÛ'

Ceren Çoban bibîr xist, ku ciwanan di wê demê de berpirsyariyeke dîrokî dan ser milê xwe, berê xwe dan Rojava û got, "Wê demê dema em bi rê ket, me wiha digot, 'Em her sal kampên havînê lidar dixin. Dîrok ji me dixwaze ku em îsal kampek havînê lidar nexin, li peravekî li hev necivin. Dîrok ji me dixwaze ku em îsal Kobanê ji nû ve ava bikin'. Em bi vî rengî bi rê ket."

Çoban destnîşan kir, ku komkujiya di vê rêyê de li wan hate kirin, hevkariya AKP-MÎT-DAIŞ'ê bû û ragihand, ji wê rojê û vir ve ew komkujiya Pirsûsê weke destpêka şerekî dibînin. Çoban diyar kir, eger ev komkujî neyê ronîkirin wê komkujiyên nû rû bidin û işaret bi komkujiyên piştî Pirsûsê rû dan, kir: "Li Enqereyê komkujî hate kirin. Dema navbera 2015-2017'an li erdnîgariya me weke dema înfaz û komkujiyan bû. Malek nema ku polîtîkayên şer ên qesrê bandor lê nekir."

'XWÎNA ME TEVLÎ HEV BÛ'

Hevseroka SGDF'ê Çoban di dewama axaftina xwe de ragihand, ku komkujiya Pirsûsê ji aliyekî ve bû sedem ku xwîna ciwanên Tirkiyeyê li Kurdistanê tevlî hev bibe û got, "Ji bo şoreş derkeve holê, têkoşîna hevpar a ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî bê afirandin û di navbera gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de pirek bê avakirin, komkujiya Pirsûsê bû bûyereke diyarker." Ceren Çoban bibîr xist, ku îro bi mîlyonan mirov daxwaza edaletê tînin ziman û destnîşan kir, ku êdî pêwîstiya her kesî bi edaletê heye.

Çoban diyar kir, ew ji bo ciwanên di rêya alîkariyê de hatin kuştin daxwaza edaletê dikin, lê îro her kes doza edaletê dikin û destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê îro veguheriye daxwaza tevahiya erdnîgariyê.

'CIWANÊN TIRKIYEYÊ HÊ BÊHTIR BERÊ XWE DAN ŞOREŞÊ'

Çoban anî ziman, ku piştî komkujiya Pirsûsê, ciwanên Tirkiyeyê paş ve gav neavêtine, li şûna vê hê bêhtir xwedî li Şoreşa Rojava derketine û got, "Dewletê xwest bi rêya vê komkujiyê têkiliya ciwanên Tirkiyeyê bi Şoreşa Rojava re bibire. Lê belê berevajî vê yekê, di nava du salên derbasbûyî de şoreş hê bêhtir kete rojeva gelê Tirkiyeyê û ciwanan berê xwe dan şoreşa Rojava."

Çoban diyar kir, di salvegera Şoreşa Rojava de ew şoreşê silav dikin û got, ew ciwanên Tirkiyeyê, heta dawiyê wê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.