Ciwanên Swîsreyî Şoreşa Rojava vedibêjin

Berxwedana Rojava û Bakurê Kurdistanê li Swîsreyê di festîvala ku hate lidarxistin de hate pêşandan.

Di festîvala ku wêneyên berxwedanê hatin pêşandan de, standa ku ciwanên Swîsreyî ji bo Rojava vekiribûn eleqeyek mezin hate nîşandan, ciwanan anî ziman ku armanca wan nasandina Şoreşa Rojavaye.

Koma Solîdarîtat Mît Rojava ya ku ji aliyê ciwanên koma anarşîst û Antî-Faşîst a Swîsreyê ve hatine avakirin bi armaca şoreşa Rojava bidin naskirin û destke bidin şoreşê li festîvala li bajarê Bernê ya Swîsreyê hate lidarxistin stand vekirin.

Ciwanên ku di festîvala li Reîtalschûlle de stand vekirin têkildarî Şoreşa Rojava gel agahdar kirin, daxwaz kirin ku ji bo ji nû ve avakirina Rojava ya bûye pêşeroja gelan destek bikin.

Ciwanan di tevahiya festîvalê de bi armanca nasandina Şoreşa Rojava sînevziyon pêşandan û flmên ku bi mijara berxwedana gelê Kurd dide mîşandan pêşkêşî gel kirin.

Her wiha da festîvalê de Wênekêşê Swîsreyî Manû Frîderîch ê ku çûbû Bakurê Kurdistanê û şahidî ji berxwedana gelê Kurd re kirîbû, wêneyên ku di tevahiya berxwedanê de kêşabûn pêşkêş kir.

Li ser navê Koma Solîdarîtat Mît Rojava Robîn Nîederhoûser têkildarî vekirina standê agahî da û diyar kir ku pêşketinê ku li Rojava ji pêvajoya Kobanê û vir ve dişopînin. Nîederhoûser da diyarkirin ku bi armanca naskirina Şoreşa Rojava li Swîsreyê tim di nava xebat û lêgerînan de ne, bi projeyên cuda cuda gelek alîkarî ji bo Şoreşa Rojava û gelê Rojava berhev kirine.

Nîederhoûser wiha anî ziman: “3 hevalên me ji bo li Koban, Girê Spî, Qamişlo û Serêkaniyê ji bo projeya çandiniyê xebatan dike. Bi armanca destekdayîna Şoreşa Rojava projeya çandiniyê ya me wê di sala 2017’an de biqede. Di demê pêş de li Swîsreyê em ê li gel Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê kar bikin.”

Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê yê ku li standê piştgirî dikir Alî Îngilîz jî destnîşan kir ku armanca wan di dewam festîvala ku wê 2 hefteyan dewam bike de di nava gelan de gotûbêjê pêş bêxin û têkoşîna Kurdistanê bidin naskirine.

Li aliyê din Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsre ji bo Kurdistanî û dostên wan qûrbanên xwe bişînin bajarê Bakurê Kurdistanê xebatek tê meşandin.

...