Ciwanên Şoreşger dest bi pêngava 'Em Rêbertî azad bikin' kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi şiyara "Bi tolhildana şoreşgerî em mêtîngeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" dest bi pêngaveke çalakiyan kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di vê serdemê de rejîma zilmê û îşkenceya sedan salî ya dewleta Tirk a mêtînger faşîst ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, derketiye asta herî bilind.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pratîka 3 salên dawî ya dîktatoriya AKP û Erdogan a li Rojava û Bakurê Kurdistanê radixe pêş çavan, ku ji bilî qirkirina Kurdan ti armanca wan nîne û hat gotin, "Li Rojavayê Kurdistanê bi desteka ji bo DAIŞ'ê re xwest, gelê Kurd qir bike û hemû nirxên li ser navê Kurdîtiyê hatine afirandin, ji holê rake. Lê belê, faşîzma TC a li Rojava têk çû, li Bakur jî mîna li Rojava bi zîhniyeta çeteyan êrîşî ciwan û gelê welatparêz ê Kurd kir."

Tevgera Ciwanên Şoreşger da xuyakirin, ku gel û ciwanên Kurd li dijî vê yekê li ber xwe dan, cihê xwe di nava berxwedana YPS'ê de girtin û destnîşan kir, ku vê berxwedanê nehişt dewleta Tirk komkujiyên mezintir bike.

Tevgerê diyar kir, hemû planên AKP'ê hatin têkbirin, çeteyên faşîst ji hev hatin xistin û wiha dewam kir: "AKP a faşîst û çeteyên wê, ji bo ser têkçûna xwe bigirin, mekanîzmayeke giran a zext û zilmê xistin dewrê. Ji bo gelê me û hemû hêzên şoreşger û demokratîk bitepisîne, zexteke giran dike. Bi ragihandina Rewşa Awarte re, bi taybetî êrîşî vîna rêxistinbûyî ya gel dike. Bi girtina saziyên civakî yên sivîl, parlamenter û hevşaredaran re, êrîşî rêxistinbûyîna gel dike.

Hilweşandina vê rejîma faşîst û dîkta, ku ji bilî mêtîngerî û dagirkeriyê li tiştekî din nafikire, ji bo jiyaneke bi rûmet êdî mecbûriyetek e. Gelê me bi berxwedaneke mezin û bênavber a 50 salan re, xwe gihandiye rastiya civaka rêxistinbûyî. Ji bo destxistina van destketiyan me bi deh hezaran şehîd dan. Weke gel û Tevgera Ciwanên Şoreşger, me ti carî serî li ber rejîma zordar û şîdetê netewand û em ê ji niha û pê ve jî bi berxwedaneke mezin bersivê bidin zext û zordariyên tên kirin.

Weke ciwanên Kurdistanê me dan ser şopa Mazlûman, Kemalan, Ferhatan û Alî Çîçekan, ku wan di nava şert û mercên herî giran û dijwar de berxwedana xwe her geş kirin. Em ê îro û sibe jî di vê rêya rûmetê de bi biryardarî berxwedana xwe geş bikin. Li pêşberî zextan em ê bi gavekê jî ji rêya xwe venegerin, bidin ser şopa hevrêyên xwe Şehîd Andok, Şehîd Axîn, Şehîd Jînda, Şehîd Kendal, Şehîd Zana û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Lehengên pêşeng ên ciwanan, di dema berxwedana xwerêveberiyê de serî netewandin û berxwedan weke mîrateyekê ji me re hiştin. Em ê dilsozê wan bin, ala wan a berxwedanê her li ba bidin û di şexswê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê de em soz didin hemû şehîdan ku em ê bi meş, sekin û hestên tolhildanê yên mezin, bi ser bikevin. Zext wê ji bo me bibe sedema mezinkirina berxwedana rêxistinbûyî. Yên ku ji wan heye bi zext û gefê dikarin me bitepisînin, wê bi berxwedana me ya rêxistinbûyî bersiva xwe bibînin. Çawa ku dijminatiya li Kurdan di nava keriyên dewleta Tirk de veguheriye karakterekî genetîk, berxwedana rêxistinbûyî jî li genên gel û ciwanên Kurd neqişî ye."

'EM LI HER QADÊ DEST BI ÇALAKIYAN DIKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di salvegera 18. a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de weke Tvgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger û Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi pêngaveke çalakiyan dikin û hat gotin, "Rejîma AKP û Erdogan, hemû hewldanên aştî û demokrasiyê yên Rêberê me îstîsmar kir û hewl da ji dîkta xwe ya faşîst re bike amûrek. Em bi xeta çalakiyên şoreşger vê rejîmê hilweşînin û xwe bigihînin Rêber Apo ku hêviya yekane ya azadî û demokrasiyê ye. Ji bo jiholêrakirina tarîtiyê, li ser bingeha azadiya Rêberê xwe, em bi şiyara 'Bi tolhildana şoreşgerî em mêtîngeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin' li her qadê dest bi çalakiyan dikin.

Em ê pêşî li hewldanên qirkirinê yên AKP û hemû sazî û kesên faşîst ên AKP'ê bigirin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin, ku li her qada lê ne, li dijî çeteyên faşîst ên AKP'ê çalakiyan lidar bixin.

Heta ku Rêberê me û gelê me dîlgirtî be, erka me ciwanên şoreşger e ku em jiyanê li dewleta TC a faşîst û hemû xayîn û nokerên wê biherimînin. Bi çalakiyên li her qadê re pêşî li êrîşên çeteyên faşîst dikare bê girtin. Pêwîste ciwanên Kurdistanê, dewleta TC a mêtînger, hikûmeta wê ya faşîst, hemû sazî û kesên wê bi rengekî herî radîkal hedef bigirin, biherikin kolanan û careke din nÎşan bidin ku ji bilî azadiya Rêbertî tiştekî qebûl nake. Bi ruhê 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' lazim e her kolan û saziyên Tirkiyeyê bibin cihê şewatê. Divê her kes bi vê zanibe; heta ku Rêberê me azad bibe, her çalakiya li dijî mêtîngeriyê bê lidarxistin meşrû ye; lidarnexistina çalakiyan ne meşrû ye. Dengê Kurdê bi rûmet bilind bûye û ti hêz û zext nikare vî dengî daxîne. Serketin wê ya ciwanên şoreşger ên berxwedêr be."