BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li dijî tecrîdê Meşa Dirêj dan destpêkirin

Ciwanên ku li Dûîsbûrgê li hev kom bûn, ji bo azadiya Ocalan meşa xwe dan destpêkirin.

Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ku duh li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li hev civiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara, “Em Rabin bi tolhildan, têk bibin dagirkerî, azad bikin Rêbertî“ meşek dirêj a 3 rojan li dar dixin.

Meşa Dirêj îro saet 11.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Dûîsbûrgê, bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Meşa Dirêj a ciwanên wê 3’yê Îlonê li bajarê Kolnê di 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de bi dawî bibe.

HEDEFA ÎRO DUSSELDORF E

Ciwanên ku posterên Ocalan hildan, hedef dikin ku 36 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin NCKD Dusseldorfê. Ciwanên ku azadiya Ocalan berz kirin, dagirkirina dewleta Tirk a Rojava jî protesto kirin. Ciwan wê di 3 rojan de 110 kîlometreyan bimeşin.

Her wiha, hewldana êrîşê ya faşîstên Tirk jî ji hêla ciwanan hate pûçkirin.

Ciwan, wê ber bi êvarî bigihêjin Dusseldorfê û li vir tevlî semînerekê bibin.


 

...