Ciwanên Kurd ji bo Ocalan li Lex Mûreaûx û Mantes-la-Jolîe daketin kolanan
Li bajarên Lex Mûreaûx û Mantes-la-Jolîe yên Fransayê, endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan.
Li bajarên Lex Mûreaûx û Mantes-la-Jolîe yên Fransayê, endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan.
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanan pankart amade kirin û nivîs nivîsandin.
Çalakî li kolanên herî qelebalix ên van bajaran hatin lidarxistin û hat destnîşankirin, ku heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin, wê çalakî bidomin.
Ciwanan bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşme qîriyan û mirovên li derdorê jî baldarî çalakî şopandin.
Endamên Ciwanên Azad her wiha daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, ciwanên Kurd wê dest ji azadiya Rêberê xwe bernedin.