Ciwanên Kurd dê li Parîsê komkujî protesto bikin

Ciwanên Kurd dê li Parîsê komkujî protesto bikin

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dê roja 26’ê çileyê li Parîsê bi meşekê qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar şeremezar bikin.

Ciwanên Kurd dan diyarkirin ku li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hemû cure komplo û êrîşên kirêt tên meşandin û diyar kir ku ciwanên Kurd tu carî ji doza gav paş de naavêjin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe dan diyarkirin ku bûyera li Parîsê bi hevkariya îstîxbaratên Fransî û Tirk pêk hatiye û gotin: “Tiştek wiha bê haya dewleta Franseyê nikare pêk bê.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurd, şoreşger û welatparêz  hate kirin ku roja 26’ê çileyê li Parîsê tevlî meşê bibin.

Meş saet di 12.00 de, li ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê dest pê bike.