Ciwanên Kurd avahiya SPD dagir kirin
Ciwanên Kurd avahiya SPD dagir kirin
Ciwanên Kurd avahiya SPD dagir kirin
Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê (YXK)’ê, li Elmanya avahiya SPD’ê ya di koalîsyona hikûmeta Elmanyayê de cih digire dagir kirin.
Di çalakiyê de ciwanên Kurd ên agahî dan ANF’ê diyar kirin ku Elmanya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên ev du hefte ne li dijî Kobanê pêk tên reflekseke biçûk jî nîşan nedaye.
Ciwanan gotin ku SPD wek şirikê hikûmetê ji vê polîtîkayê berpirsiyar e û gotin, “Em bang dikin da ku SPD li hember êrîşan dengê xwe derxe, hikûmeta Tirk ji ber hevkariya bi DAIŞ re hişyar bikin.”
Ciwanên Kurd diyar kirin ku parlamenterê Bochum SerdarYuksel Kurd e, heta pêre hevdîtinê pêk neynin û SPD helwesteke têr nîşan nede wê dawî li çalakiya xwe neynin.”