Ciwanên BDP'î meş lidaraxistin
Ciwanên BDP'î meş lidaraxistin
Ciwanên BDP'î meş lidaraxistin
Li Wanê, Meclisa Ciwanan ya BDP'ê ji bo balê bikişînin ser geşedanên li Rojava û 'pêvajoya çareseriyê' meş lidarxistin.
Meclisa Ciwanan ya BDP'ê li Taxa Nû hatin gel hev û ji bo balê bikişînin ser geşedanên li Rojava û 'pêvajoya çareseriyê' meş lidarxistin. Parlamenterê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Saadet Becerîklî, hevseroka BDP'a Wanê Fîgen Yaşar, şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Polîsan derdor girtin û girse piştre ber bi Taxa Karşiyaka meşiyan û di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Di meşê de pankartên 'Li Kurdistanê dagirkeriyê nejî û nede jiyîn', 'Bi Rêberê azad ber bi welatê azad, bi welatê azad ber bi Rojava dimeşin' pankart hatin vekirin. Girse heta Beşyolê meşiya û li ser navê girseyê endama Meclisa Ciwanan Leyla Çelîk axivî û diyar kir ku di qonaxa duyemîn ya pêvajoya çareseriyê de hikûmetê gav neavêtiye.
'AKP KURDAN MIJÛL DIKE'
Çelîk da zanîn ku piştî pêvajoya 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' destpê kir, endamên HPG'ê paşve kişiyan, KCK'ê agirbest îlan kir û wiha got: "Hê jî gerîla paşvedikişin. Lê di qonaxa duyemîn de, dewleta tirk û hikûmeta wê AKP'ê berpirsyarên xwe naynin cih. 1'ê Îlonê derbas bû lê hikûmeta AKP'ê hêj gavên şênber neavêtiye. Hikûmeta AKP'ê bi rojevên derew û demogojiyê pêvajoyê mijul dike. Bi vê yekê ve sînorkirî namîne her wiha piştgiriyê dide çeteyên ku êrîşî Rojava dikin û dijminahiyê ji gelê me re dikin."
Leyla Çelîk da zanîn ku di vê pêvajoyê de nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ji nêz ve şopandine û wiha got: "Em wekî ciwanên welatparêz, di vê pêvajoyê de piştgiriya hikûmeta AKP'ê ku dide çeteyan qebûl nakin. Em ê bi rêxistinbûyîneke xurt bersivê bidin van polîtîkayên qirêj. Em li vir dewletê hişyar dikin. Ger êrîşî Rojava bikin, em ê bersiva êrîşan bidin û bi rêxistinbûyîneke xurt êrîşan vala derxin."