Ciwanên Azad ji bo Festîvala Mazlûm Dogan banga tevlîbûnê kir
Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad ji bo Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan banga tevlibûnê kir û got "Divê em layîqî Mazlûm Doganan bin."
Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad ji bo Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan banga tevlibûnê kir û got "Divê em layîqî Mazlûm Doganan bin."
Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad ji bo Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan a ku wê îsal di 15’ê Tîrmehê de ya 20’emîn were lidarxistin, banga tevlêbûna xurt kir.
Daxuyaniya nivîskî ya koordînasyonê wisa ye:
"Afirînerê destkeftinên me yên îro yên tevgera azadiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê neyê jibîrkirin ku vê meşa azadiyê di demên herî dijwar de li ber xwe daye û bi ser ketiye. Ciwanan her dem pêşengiya vê berxwedanê kirine.
Xeta ciwanên Kurd a berxwedêr a ku bi berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin, îro bi şoreşê didome.
Em ciwanên li Ewropayê dijîn divê em bi awayekî xurt tevlî festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan bibin û bi vî awayî em dikarin layîqî Mazlûm Doganan bibin.
Divê em ciwanên li Ewropayê xwedî li nirxan derkevin û layîqî şîara Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bin.
Em Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ji bo xwedîlêderketina xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û bi şîara 'Rêbertiyê Azad Bike' em hemû ciwanên Kurdistanê û dostên wan vedixwînin festîvalê'."
Navnîşana festîvala ciwanan ev e: Rûe de la Belle Fleûr 3 á 4670 Blegny- Belçîka