Ciwanên Azad, Botan û Mûnzûr bibîr anîn

Koordînasyona Ciwanên Azad, Çekdar Botan û Lecvan Mûnzûr bibîr anîn û wiha hate gotin: “Em ê hesretên wan bidin jiyîn û jiyana azad ku xeyal dikirin pêk bînin.”

Koordînasyona Ciwanên Azad Çekdar Botan û Lecvan Mûnzûr ên 5’ê Hezîrana 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama bomberdûaman balafirên şer ên Tirk de şehîd bibûn bibîr anîn.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de hate bibîrxistin ku Botan û Mûnzûr salên dirêj di xebatên ciwanan ên Ewropayê de xebat bi rê ve birine û wiha hate gotin: “Her bajarê ku ew çûnê, her mala ku serdan kirin ruhê Apogeriyê bi cih kirin, xebat kirine û bandor li ser mirovan kiriye. Ew bi kesayetên xwe yên şoreşger û sekna xwe ya milîtanî bi dehan ciwan ji modernîteya kapitalîst rizger kirin û berê wan dan çiyayên azad.”

‘EM Ê BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYAN!’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Botan û Mûnzûr girêdayî çiyayên Kurdistanê bû û jiyana madî nepejirandin û ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikir û ev tişt hate gotin:

“Ya dikeve ser milê me, em hesretên wan bidin jiyîn û jiyana azad ku xeyal dikirin pêk bînin. Weke Ciwanên Kurd ên Ewropa, berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ji mêtîngeran xilas bikin, têkoşînê bidin kirin.”