Ciwanên Azad banga ‘çalakiya aktîf’ li ciwanên Ewropayê kir
Ciwanên Azad banga ‘çalakiya aktîf’ li ciwanên Ewropayê kir
Ciwanên Azad banga ‘çalakiya aktîf’ li ciwanên Ewropayê kir
Ciwanên Azad bi armanca hêzê bidin hêzên YPG/YPJ û gel ‘ên li dijî çeteyên DAIŞ berxwedaneke bêhempa û destanê dinivîsînin’ banga ‘çalakiya aktîf’ li ciwanên Kurd ên Ewropa kir.
Ciwanên Azad a yek ji rêxistinên ciwanên Kurd a Ewropa ye, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku 'hêzên qirêj' ên destkeftiyên gelê Kurd qebûl nakin, çeteyên DAIŞ li hemberî Kobanê didin êrîşkirin û wiha got: “Hovên xistina Kobanê ji xwe re kirine armanc, her cure êrîşên ji rêzikên şer û exlaq bêpar, li ser gelê me pêk tînin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hember vê şervanên YPG/YPJ ya hêza parastina gelê Rojava, “berxwedaneke bêhempa ya di dîroka Kurd de û destanê dinivîse.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hemberî van çeteyên ku bi her cure çekan êrîş dikin şervanên YPG/YPJ’ên ên bi derfetên bi sînor li ber xwe didin û gelê Kurd careke din bi hêza cewherî ya mirovan dikare çi bike nîşanî dost û dijminan daye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ li gelek deveran hatine şikandin lê belê jî hê jî Kobanê ji 'xeleka qirêj' nehatiye derxistin.
Daxuyanî wiha didome: “Ji ber vê sedemê wek ciwanên Kurd ên li Ewropa hê zêdetir bilindkirina vê berxwedana bi heybet ji bo em nîşan bidin ku eger em li vir bin jî em ê karibin tişta ji destê me tê dikin. Em diyar dikin ku em ketine pêvajoya çalakiyên aktîf.”
Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 24-25’ê Îlonê li paytexta Bruksel a Belçîka banga tevlîbûnê hat kirin. Bi vê ve girêdayî ji ciwanan hat xwestin ku li tevahî bajarên Ewropa xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên bi plan li dar bixin.
Ciwanên Azad di dawiya daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Dibe ku ji bo sibe gelek tişt dereng be. Îro çi ji destê kê tê divê bike. Pêwîst e çarenûsa xwe em bi xwe diyar bikin. Roj ew roj e ku ciwanên Kurd rabin ser piyan. Roj ev roj e ku ciwanên Kurd ji bo welatên xwe rabin ser piyan. Roj ev roj e ku ji bo Kobanê dest bi çalakiyên aktîf bên kirin.”