Ciwanê ji DAIŞ’ê hate xilaskirin teslîmî malbatê kirin
Ciwanê ji DAIŞ’ê hate xilaskirin teslîmî malbatê kirin
Ciwanê ji DAIŞ’ê hate xilaskirin teslîmî malbatê kirin
Selçuk Akar yê ku ji bo tevli DaIŞ’ê bibie çar meh berê dema dixwest derbasî Rojava bibe, ji aliyê asayîşa Kontona Efrînê ve hate girtin û wezîrê Karê Hundir yê Kantonê û endamê rêveberiya asayîşê Şekur Tevfîk ve teslîmê bavê wî hat kirin. Kenan Akar yê ji Elmanyayê ji bo kurê xwe bigire hat, ji bo ku kurê wî ji çeteyan rizgar bûye, spasiyên xwe pêşkêşî rêveberiya Kanton û Rojava kir.
GAZÎ MALBATÊ KIRIN
Selçuk Akar yê ku dema ji Reyhanliyê ji ser Atmê derbasî Rojava dibû ji aliyê asayîşa Kantona Efrînê hate girtin û teslîmê bavê wî hat kirin. Akar yê ku nêzî 3 meh berê hat girtin, destpêkê agahî dan malbata wî. Bav Kenan Akar kurê xwe Selçûk Akar ji wezîrê Karê Hundir yê Kantona Efrînê Hasan Bayram endamên rêveberiya Asayîşê Şekur Tevfîk ve teslîm girt. Kenan Akar di dema axaftinê de spasiyên xwe pêşkêşî rêveberiyê kir û got ji ber ku wan kurê wî ji çeteyan rizgarkiriye ew spas dike.
KURÊ MIN HAT XAPANDIN
Akar got kurê wî li mizgeftan bi navê cîhadê hatiye xapandin û heta van deran hatiye şandin û got: “Li Elmanyayê mizgeftên ku Kurd, Ereb, Tirk diçin hene. Ez çûma van hemû mizgeftan. Li Elmanyayê li van mizgeftan ciwan tên rêxistinkirin. Lê zêdetir ciwan tên xapandin û mêjiyê wan tên şûştin. Li van mizgeftan misliman her wiha bi almanî waazan didin. Van oldarên alman hemûyan perwerdehiyeke baş girtiye. Bi taybet li ser ciwanên dîasporayê dixebitin. Wan di bin navê cîhadê de sor dikin. Ev mizgeft li her derê Elmanyayê hene. Lê herî zêd eli herêma Wupertal heye. Ev mizgeft hemû ji Suudî Erebîstanê piştgiriyê diidn. Hemû kesên li vê mizgeftê ji Erebîstanê anîne. Li hemû mizgeft û kolanan kuranê belav dikin. Kurê min jî ji ber ku çûye yek ji van mizgeftan hatiye xapandin.
Akar diyar kir ku piştî kurê wî ji aliyê Asayîşa Efrînê ve tê girtin, bi telefonê li wî digere û got: “Kurê min piştî hat girti, bi telefonê li min geriya. Got kurdan ew girtiye û got bê min xilas bike. piştî ev got, rastiyek din jî vegot. Got li vir li ser navê muslimaniyê mirovan dikujin, were min bibe. Li ser vê ez ketim nava hewldanan û ez hatim vir.
Akar got ji ber ku wî ferq kiriye ku kurê wî hatiye xapandin serî li polîsên Elman daye û heta carekê kurê wî li balafirgehê hatiye girtin û dest danîne ser pasaporta wî, lê piştre dîsa derbasî Îtalyayê bûye û ji wir derbas bûye.
Akar bang li dê û bavên li Ewropayê dijîn kir û xwest xwedî li zarokên xwe derkevin.
EM PEYWIRA MIROVANE DIKIN
Wezîrê Karê Hundir yê Kantona Cizîrê Hasan Bayram jî di dema teslîmkirinê de axivî û got wan li dijî ciwanên ku ketine kemîna komeke çeteyan peywira xwe ya mirovahî kirine û wiha got: “Hemû endamên çeteyan yên ji aliyê hêzên me ve tên girtin, em di çarçoveya mirovahî û ahlaqî de nêzî wan dibin û wan careke din dibin cem malbatên wan. Em ji wan re rastiyê, ji bo çi têkoşînê didin, vedibêjin. Em riya şaş ji wan re vedibêjin. Ji xwe gelek kesên dema nû tên girtin matmayî dimînin. Ji ber ku ciwanan dixapînin, dibêjin em we bi kafiran re didin şer kirin. yên tên girtin dema dengê ezanê dibihîzin matmayî dimînin. Ji ber vê jî dixwazin vegerin cem malbatên xwe. Em jî heta ji destê me bê em têkiliyê bi malbatan re datînin û wan teslîm dikin.”