Ciwanan ji bo Ocalan li Hambûrgê stant danîn

Endamên Ciwanên Azad, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê stanta danîn.

Ciwanan stanta agahdarkirinê li ber sûka bi navê Europapassage danîn, bi sedan belavok belav kirin û fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bilêv kirin. Di belavokan de bal hat kişandin ser tecrîda giran û ji hikûmeta Tirkiyeyê hat xwestin, ku bihêle tavilê heyeteke serbixwe bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Ji çalakgeran Şivan Hesekê der barê çalakiya xwe de agahî da û destnîşan kir, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebe, gelê Kurd azad nabe. Hesekê diyar ir, ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser mijarê û bixin nava tevgerê, divê ew her roj seferber bibin.

Hesekê ji bo meşa dirêj a 31'ê Tebaxê ya bi şiyara "Em rabin bi tolhildanê, têk bibin dagirkerî, azad bikin Rêbertî' ya li Dûîsbûrgê destpê bike, banga tevlîbûnê kir.

...