Civînên dagirkeriyê yên Tirkiyê û Îranê

Van demên dawî bi çarçoweya êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rayedarên Îranê û Tirk vê heftiyê du caran hatin cem hev. Diyar bû di civînê de li ser ewlehiya sînor û mijarên din hatiye axaftin.

Li hêlekê ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin, rayedarên Tirk û Îranê van demên dawî gelek caran civînên ewlehiyê dikin. Piştî van civînan tê gotin bazirganiya ser sînor a ku li hemû deriyên sînor heye hatiye qedexekirin. Deriyên sînor ji çav re vekirî têne hiştin, hema hema êdî gel nema dikare bazirganiyê bike.

Armanca van civîn û tevdîrên dewleta Tirk û Îranê ew e ku gelê Kurd mehkûmî hejariyê bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.

DI NAV HEFTIYEKÊ DE DU CIVÎN

Tîrmehê rayedarên du welatan di nav heftiyekê de du caran hatin cem hev. Di navbeyna şandeyên Tirkiyê û Îranê de civîna pêşî 3'yê Tîrmehê hate kirin. Civîna pêşî li bajarokê Esendere yê Geverê hate kirin.

Hate gotin di civînê de li ser ewlehiya sînor, bazirganiya li ser sînor, pirsgirêkên têkildar û pêşniyarên çareseriyê yên têkildar hatiye axaftin. Civîn di navbeyna şandeya Tirk a bi serektiya Waliyê Colemêrgê Idrîs Akbiyik û şandeya Îranê ya bi seroktiya Komîserê Sînorê Urmiyê Serheng Elî Elîpûr de hatiye kirin.

Di civînê de her wiha Qeymeqamê Şemzînanê Muhammet Fuat Turkman, Wekîlê Fermandarê Tuhgaya Hidûta 34'an  Serhengê Piyade Suat Arabayapan, Midûrê Bajêr ê Emniyetê Suvat Dîlberoglu, Alîkarê Fermandarê Jandarma Bajêr Serheng Burhan Aydin, Fermandarê Alaya Hidûta 7'an Serhengê Komando Hasan Koyuncu, Midûrê Herêmê yê Gumruk û Baziraniyê yê Anatoliya Rojhilat Hayrettîn Yildirim û Midûrê Rêveberiya Koçê ya Bajêr Cîhat Yildirim Çakar hazir bûne.

Civîna duyan jî ya bi navê ''Civîna Ewlehiyê'' 10'ê Tîrmehê li Walîtiya Colemêrgê pêk hat. Di vê civînê de jî Tumgeneral Metîn Tokel, Qeymeqamê Geverê Ramzan Kenduzer, yê Şemzînanê Muhammet Fuat Turkman, Tûxgeneral Nûrî Ozturk, Midûrê Bajêr ê Emniyetê Suleyman Suvat Dîlberoglu, , Midûrê Herêmê yê Gumruk û Baziraniyê yê Anatoliya Rojhilat Hayrettîn Yildirim û Midûrê Rêveberiya Koçê ya Bajêr Cîhat Yildirim Çakar û şandeya Îranê hazir bûne. Jêderên xwecih diyar kirin civîn li dijî gelê Kurd hatine kirin.

''DIXWAZIN HERÊMÊ JI  MORVAN VALA BIKIN'

Jêderên ku ji ber ewlehiyê nexwestin ku navê xwe bidin diyar kirin van demên dawî du welat li sînor bi navê ''ewlehiyê'' tevdîran dijdînin. Yek ji jêderan got, ''Jixwe li herêmêş şerekî mezin heye. Li Colemêrgê hemû sînor kirin herêma qedexe. Bi vî şerî re bazirganiya heyî jî qedandin. Armanca van du welatan ne ew e ku bazirganiyê geş bikin, dixwzin gelê herêmê hejar bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.''