Civîna li Moskowayê ya bi 'mûxalîfan' re, qediya
Civîna li Moskowayê ya bi hêzên mûxalîf ên li Sûriyeyê re hate lidarxistin, qediya.
Civîna li Moskowayê ya bi hêzên mûxalîf ên li Sûriyeyê re hate lidarxistin, qediya.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtinên li Astanayê, hin komên mûxalîf vexwend Moskowayê. Ev civîna bi mûxalîfên li Sûriyeyê re hate lidarxistin, qediya. Tevî PYD'ê, bi qasî 14 hêz tevlî civînê bûn. Piştî civînê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova civîna heftane ya çapemeniyê lidar xist û li ser naveroka civînê daxuyaniyeke kurt da.
Zaharova li ser pêşnûme destûra bingehîn a Sûriyeyê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye amadekirin axivî û got, "Em ne şertên çareseriya krîza li welêt, ne jî destûra bingehîn li ser Sûriyeyiyan ferz dikin."
Hêzên mûxalîf wê îro saet di 13:00 de bi Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê ji Welatên Afrîka û Rojhilata Navîn Berpirsyar Mîkaîl Bangdanov re rûnên.