Civîna Hevserokên HDP'ê yên Bajaran destpê kir
Hevserokên HDP'ê yên Bajaran, bi serokatiya Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li hev civiyan.
Hevserokên HDP'ê yên Bajaran, bi serokatiya Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li hev civiyan.
Hevserokên HDP'ê yên Bajaran, bi serokatiya Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li hev civiyan. Di civînê de êrîşên li hemberî HDP û DBP'ê û çalakiyên demokratîk ên li hemberî van êrîşan tên nirxandin.
Di vê civîna ku li çapemeniyê girtî tê lidarxistin de wê Hevserokên Giştî li ser xebatên xwe yên li qada navneteweyî û Tirkiyeyê agahiyan bidin.
Di heman demê de wê xebatên komîsyonan bên ragihandin û di vê mijarê de plansaziyek were amadekirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çalakiyên di vê demê de li hemberî êrîşên li dijî HDP'ê werin lidarxistin, wê weke serenavekî bi serê xwe bên nirxandin. Ne tenê rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, wê şerê li herêmê, hewldanên desteserkirina şaredariyên DBP'yî û destpêkirina pêvajoya berxwedana bênavber wê bên nîqaşkirin.