Civîna Herêma Enqerê ya HDP’ê dest pê kir

Konferansên beriya kongreyê ya HDP’ê berdewam dike.

Li Navenda Giştî ya HDP’ê konferansa herêmê tê kirin. Li konferansê Serokwekîlê koma HDP’ê Ahmet Yildizim axivî û got, nîqaşa li ser navê kesê ku wê di  organeke HDP’ê de bixebite li dijî felsefeya damezirînê ya HDP’ê ye.

HDP beriya Kongreya Mezin a Asayî ya 3’an bi çarçoweya konfernsan li Navenda Giştî Konferansa Herêma Enqerê kir. Li konferansê rêxistinên bajaran ên Enqerê û bajarên derdorê hazir bûn û Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim axivî. Yildirim got,’’ Rengê siyasetê ku demokrasiya radîkal, gelparêzî û rêxistina gel daye ber xwe, pêvajoya xwe ya kongreyê nikare di nav çend roj û saetan de pêk bîne. Mirov guh dide rexneyan û ne tenê diyarkirina navan, ji bo diyarkirina polîtîkaya dema nû jî konferans têne çêkirin.’’

Yildirim got, ‘’Heke 11’ê Sibatê me kongre nekira jî em  ji rexneyê re û her cure îtîrazan re vekirî ne, em ji rêçeke wiha tên, ji rexneyê ne aciz in û dema ku ev kongre tê amadekirin jî, mijara ku wê nîqaş li ser were kirin divê ne li ser navan be, divê li ser wê be bê ka di diyarkirina polîtîkaya siberojê de wê muxalefeteke civakî çawa geştir bibe û em wê nîqaşa bê ka kesê ku wê were ser organeke HDP’ê bi çi nasnameya etnîk e, tengkirina me ya li qadeke wiha nikarin qebûl bikin (...)

Li dijî giyanê damezirîner ê HDP’ê ye ku nîqaş li ser Kurdbûn, Tirkibûna wan kesan were kirin ku wê werin ser organekî HDP’ê. HDP jixwe bi felsefe û giyanekî li dijî vê hatiye avakirin. Li Rojhilata Navîn ku van çend salên dawî mirov ji ber nasnameyên etknîk qira hev tînin, Paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan e. Pêşniyara jiyaneke civakî ye. HDP jî li ser vê ava bûye. Divê em hemû ji cihên ku lê ne divê bi hewldaneke cidî, di vê pêvajoya kongreyê de nîqaşa ji vê qadê derxîne. Nîqaşa li ser nasnameya etnîk a kesên ku wê werin ser organekî HDP’ê ne sûdeke xwe ji HDP’ê re heye û ne jî ji Kurdistanê…

Yildirim got ên ku bi sendoqên nekarîn bi wan, bi siyaseta demokratîk nekarî ku heq ji wan derkevin, serî li rêyeke wiha erzan dan û ji 10 hezarî zêdetir hevrêyên wan dane girtin.

Yildirim got ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û got piştî 1’ê Mijdarê yek AKP’yî dernekete pêşberî wan, li her deverê leşker, polîs, qeymeqam, walî, dadger û dozger derketine pêşberî wan lê yek AKP’yî derneketiye pêşberî wan û sedama ku polîtîkaya qirkirinê  li ser wan didine kirin jî ew e ku, ew siyaseta demokratîk dikin.

Yildirim herî dawî got dizanin ji wan baştir dizanin ku hêleke wan a ne meşrû nînê lê paradigmaya HDP’ê ji wan re bûye şevreşk.