Civîna Cinêv-7 a bê Kurdan encam negirt
Hevdîtinên Cinêv-7 a bê beşdarbûna Kurdan a yekane hêza projeya demokratîk a ji bo siberoja Sûriyeyê ye, encam negirt.
Hevdîtinên Cinêv-7 a bê beşdarbûna Kurdan a yekane hêza projeya demokratîk a ji bo siberoja Sûriyeyê ye, encam negirt.
Tûra 7’an a hevdîtinên li Cinêvê yên di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY)) a di bin navê pêşxistina ‘Çareseriya siyasî’ a ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê tê birêvebirin, bê ku encam bigire bi dawî bû.
Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra û tîma xwe, li gel heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Beşşar El Caferî û komên ‘muxalîf’ ê di bin navên hevdîtinên Konseya Bilind a Muzakereyan de rêze hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê de li ser mijarên mîna rêveberî, destûra bingehîn a nû û hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê di bin çar sernavan de pêk hat.
‘ALÎ LI SER HEMAN MÊZÎ NEHATIN GEL HEV’
Mîstûra, diyar kir ku di hevdîtinên 4 rojan dom kir de nekarîn aliyan li ser heman mêzî bidin rûnişkandin, piştî tûra 7’an û şûnde derket pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da.
De Mîstûra destnîşan kir, hevdîtinên ku bê ku encamekê bigirin bi dawî bûn, tê plankirin ku tûra 8’emîn a hevdîtinan di serê meha Îlonê de pêk were.
HÊZ YEKAN PROJEYÊN WAN HEYÎ KURD IN
Dîsa di tevahî hevdîtinên bêy Kurdan de ku li herêmê xwedî hêza leşkerî û siyasî ya herî xurt e û têkildarî siberoja Sûriyeyê yekane hêza xwedî projeya demokratîk e, aliyekî din jî yê encamnegirtina hevdîtinan komên ku beşdarî hevdîtinan dibin ji siberoja Sûriyeyê zêdetir deskeftiyên xwe diparêzin.