Civaka sivîl ji ber mirina zaroka Kurd a li Belçîka îstîfa xwest

Piştî ku li Belçîkayê polîsan li wesayiteke penaberan reşand pitikeke 18 mehî  jiyana xwe ji dest da. Rayedaran bi daxuyaniyan pêşî xwestin ku ser bûyerê bigirin, lê otopsiyê rastî derxiste holê.

Pêrşemê polîsan da pey wesayitekeku  ji Namûrê dihat. Piştî ku wesayita penaberan bi guleyên polîsan rawestiya, ji wesayitê 26 jê kamil, 30 kes derketin. Pitikeke 2 salî jî bi birîndarî ji wesayitê derket. Diyar bû ku keçika biçûk di ambûlansê de jiyana xwe ji dest daye.

Rayedaran pêşî gotin ku dibe ku serê pitik li deverinan ketibe an jî di encama tevgerên bi taloke yên penaberan de miribe. Piştî otopsiyê ev hewldana polîsan a bi mebesta ku ser bûyerê binuxumînin derkete holê. Li gorî otopsiye guleyek li dêma pitika bi navê Mawda ketiye û qul kiriye.

Heman rojê piştî nîvro bi dehan penaber hatin cem hev û rêya A16 du alî, ya li ser komuna Grande-Synthe girtin. Polîsan mudahele li çalakiyê kir û 20 penaber girtin.

Civaka sivîl û dinyaya siyasetê jî li ser mirina Mawda helwesta xwe diyar kir. Organîzasyona ku di nav de Mrax û Bêkaxez jî hene, xwestin ku Wezîrê Karê Navxweyî Jan Jambon û Wezîrê Koçberan Theo Farncken îstîfa bike.

Înê li ber Ofîsa Biyaniyan a Brûkselê nêzî 200 penaberî çalakiyek kirin. Rêxistinên civaka sivîl gotin bi tofelaqî gule li wesayitê reşandine, ku di wesayitê de tenê penaber hebûne.

Li bajarê Monsê jî Rêxistina Ciwanan a Têkoşer û Organîze çalakiyek kirin. Rêxistinê li ser mirina Mawda got, ‘’senteza politikaya dijî mirovahiyê ya hikûmetê bû’’. Rêxistinê her wiha got, ‘’Ev polîtakaya beredanê, qewirandinê, deqkirinê û krîmînalîzekirinê ye.’’ Çalakgerên Monsê xwestin ku Jambon û Francken îstîfa bikin. Çalakgeran gotin 1998’an piştî mirina kesa bi navê Semîra Adamû wezîrê wê demê Louîs Tobback îstîfa kiriye.

Platforma Welatiyan a Hevgirtina Penaberan ji bo koçberan ‘’rêyên ewletir û yasayî’’ xwestin û ji ber dramên heta niha xwestin ku siyasî îstîfa bikin. Plotformê got mirina Mawda ji ber sedema dûrketina ji politikaya koçberan e.