Televîzyona TV 10 a ku dengê civaka Elewî bû, bi Biryara di Hukmê Qanûnê (BHQ) de hat girtin. Xebatkarên televîzyonê li ber Lîseya Galatasarayê ya li Taksîmê cara 47'emîn hatin gel hev û xwestin televîzyona wan bê vekirin. Çalakvanan pankarta "Dengê elewiyan TV 10 nayê qutkirin" vekirin û dowîzên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat vekirin. Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk û nûçegîhanê dîhaber a ku bi BHQ’ê hat girtin jî beşdarî çalakiyê bûn.
'DÎHABER NEBÛYA ME YÊ QETILKIRINA KORÛT NEDÎTA'
Xebakarê TV 10'ê Velî Haydar Guleç eşkere kir ku bi mehan e di çalakiyê de ne û ev got: "Televziyona me girtin û dengê Elewiyan qut kirin. Bêguman ne tenê dengê me, dengê hemû beşên hatibûn wêderkirin jî bû." Guleç girtina Rojnameya Şûjin, Rojeva Medya û dîhaberê jî şermezar kir û eşkere kir ku heke dîhaber nebûya, wê qetilkirina Kemal Korkût di tariyê de bima. Nûçegîhanê dîhaber a hat girtin Yasîn Kobûlan jî destnîşan kir ku ew ne xerîbê girtin, binçavkirin û girtinan e, piştrast kir ku ew mîrateya ku wan ji Mûsa Anter, Ferhat Tepe û bi dehan şehîdên çapemeniyê dewr girtine, wê heta dawiyê biparêzin.
Piştî axaftina kobûlan, Guleç diyar kir ku wê Elewî di meha Îlonê de derkevin kolanan û li dijî polîtîkayên pişafinê têkoşînê bidin meşandin.