Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîcek bi Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahadîn Demîrtaş re hevdîtin pêkanî
Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek ji bo xebatên Komîsyona Lihevhatinê ya Makezagonê di mehên destpêkê yên sala nû jî berdewam bikin û ji bo pêvajo bi “sîstema serokatiyê” ya AKP’ê û îsrara wê ya “ger di pêvajoyekî maqûl de encam neyê girtin ew dê pêşniyara xwe bînin” neyê girtin kete dewrê. Çîçek di çarçoveya hevdîtinên bi serokên partiyan re, hevdîtin bi BDP’ê re jî pêkanî. Di hevdîtinê de li gel Çemîl Çîçek Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahedîn Demîrtaş, her wiha Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûkan jî amade bû.