Parlamenterê CHP’ê yê Aydinê Lutfî Baydar pêşniyarpirsek ku bi daxwaza Wezîrê Derve û Serokwezîr bersiva wê bide pêşkêş kir û di pêşniyarpirsê de navên 10 pîlotên tirk ku tê îdiakirin ku di destê Suriyeyê de ye hat dayîn û got derbarê de agahî heye an na.
Lutfî Baydar bi armanca ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu bersiva wê bide pêşniryarpirsek da. Baydar rutbe û navê 10 pîlotên ku tê îdia kirin ku di destê rayederên Sûriyeyê de neweşand.
Di pêşniyarpirsê de ev nav cih girti: “Yuzbaşı Y. K., Tegmen S. T., Tegmen F. Y., Tegmen M. H., Astegmen H. G û T. T. , Î. M., Y. C., M. Y., H. M.”
Baydar diyar ki ku der barê vê mijarê de destê Serokwezîrtî an jî Wezareta Karê Derve de agahî heye an na.
Rojnameya El Watan jî di 31’ê kanûnê de nûçeyek weşand û di nûçeyê de diyar kiribnû ku li Suriyeyê di barageheyek hewayî de pîlotên tirk hatine girtin. Ev nûçe heman rojê ji aliyê Fermandariya Giştî ya artêşê ve hat derewandin.
Piştigiriya Hikûmeta Tirkiyeyê ya komên çekdar yên li hemberî rejîma Sûriyeyê şer dikin her kes dizane.