BI DÎMEN

Ceylan: KE û CPT tawanbar in

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bang li saziyên Ewropayê kir, ku bes bêdeng bin.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), roja 2'ê Gulanê daxuyaniyek da û diyar kir, wan li Girava Îmraliyê Abdullah Ocalan ziyaret kirine. CPT li ser hevdîtinê agahiyeke berfireh neda. Lewma Kurd aciz in. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê (KE) û CPT da û got, "Eger Konseya Ewropayê danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz nake, ew jî û CPT jî tawanbar in."

'DIVÊ KE Û CPT ÊDÎ DENG DERXÎNIN'

Ceylan diyar kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî tevahiya gelê Kurd e û got, "Tecrîda ku dewleta Tirk demeke dirêj e li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne ne exlaqî ye, ne jî însanî. Ev tecrîd di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd ê ji 40 mîlyonan tê kirin. Lewma ne tenê Kurd, di serî de gelê Tirk divê hemû gel û kesên alîgirê mirovahiyê yên li Rojhilata Navîn li dijî vê tecrîdê derkevin."

Mûrat Ceylan bêdengiya saziyên Ewropayê rexne kir û got, "Yekîtiya Ewropa (YE), Parlamenta Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE) û CPT divê êdî deng derxînin. Çûyîna Îmraliyê têrê nake. Gelê Kurd vê têrker nabîne. Eger îro Konseya Ewropayê danekirinekê li ser Tirkiyeyê ferz nake, ew û saziya pê ve girêdayî CPT tawanbar in. Ji ber ku Tirkiye ji aliyê hiqûqî ve bi Konseya Ewropayê ve girêdayî ye."

'KURD BI HÊRS IN'

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bal kişand ser daxuyaniya CPT'ê ya li ser çûyîna Îmraliyê û got, "Li gorî me ev daxuyanî parçeyek ji tecrîdê ye. Ev daxuyanî ji bo kêmkirina hêrsa gelê Kurd e. Lê xwe dixapînin. Gelê Kurd li dijî tecrîdê gelekî bi hêrs e. Vê tecrîdê li dijî maf û azadiya xwe dibîne."

Ceylan işaret bi rola girîng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kir û got, "Ji boçareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk pêwîste şert û mercên Rêber Apo tê de ne werin sererastkirin û tecrîd bê rakirin."

'AZADIYA KURDAN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE'

Ceylan ji gelê Kurd xwest, li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemîn e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêwîste gelê me û hêzên demokratîk li dijî vê tecrîdê derkevin. Rakirina tecrîdê têrê nake, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Gel û saziyên me yên li Ewropayê, pêwîste azadiya Rêber Apo weke erk û deynê xwe bibîne. Girîng e em li her derê dengê xwe bilind bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bilêv bikin. Lazim e em çalakiyên xwe yên demokratîk mezin bikin. Heta ku Rêbe Apo azad nebe, em jî ne azad in. ji ber ku azadiya gelê Kurd û gelên bindest bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye."

EV 14 MEH IN NAHÊLIN OCALAN KESÎ BIBÎNE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 17 sal in li girava Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin, ev 14 meh in nahêlin kesekî bibîne. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare malbata xwe bibîne.