Çetîn : Daxwaza RTUK’ê Norveçê red kir, Eûtelsat qebûl kir

Ferda Çetîn a ku di konferansa Konseya Ewropayê de axivî, diyar kir ku Tirkiye li dijî televîzyonên Kurd dest bi êrîşekî berfireh kirine. Bakişand ku Eûtelsat bê ku dudiliyê jiyan bike fermana RTUK’ê bi cih anî.

Li Konseya Ewropayê konferansa “Li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û mediyayê” dewam dike.

Di konferansê de Direktora Giştî ya Med Nûçe TV’yê Ferda Çetîn axivî û diyar kir ku li gorî belgeyên fermî û nivîskî hatin ber destên wan, RTUK ji bo televîzyonên Kurdan bêdeng bike ketine nava hewldanên berfireh. Çetîn bal kişand ku fermana RTUK a ku Norveçê li ber çavan negirt Eûtelsat bê ku dudiliyê bijî ev ferman bi cih anî.

Çetîn, detnîşan kir ku Enqereyê têkiliyên bazirganiyê yên ji bo kargeha Eûtelsatê kir ku li Asya, Rojhilata Navîn û Efrîqayê karên hevpar bikin derketiye holê. Çetîn bi bîr xist ku Eûtelsat ne tenê biryara Enqereyê pêk anîn, di heman demê de jî dest bi ketina nav karê siyasî jî kiriye.

Ferda Çetîn daxwaz ji raya giştî, sazî û dezgehên Eworpa kir ku nebin hevkarê Eûtelsat a ji ber berjewendiyên xwe dikeve nava hewldanên qirêj.

DOGAN: EM BI AJANSA ANADOLÛYÊ RE ÇÛN QENDÎL

Ji ÎMC TV’yê jî Ayşegûl Dogan jî têkidarî pêvajoya girtina ÎMC TV û rewşa çapemenî û rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê agahî parve kir.

 Dogan, li ser bibîrxistina hevpeyvîna li gel Hevserokê Giştî yê KCK’ê Cemîl Bayîk jî wiha got: “Ji beriya niha 3 salan em li gel bi dehan rojnamevanên Tirkiyeyê çûn Qendîl. Di nava van de jî nûnerê Ajansa Anadolûyê ya ajansa fermî ya dewletê jî hebû.”

Dogan anî ziman ku îro jî ew dev ji nûçeyên dişibin wî rengî bernadin.

 

...