Çeteyên DAIŞ’ê bi darê zorê gundên Babê vale dike

Çeteyên DAIŞ’ê gelên li gundên herêma Babê bi darê zorê ji malan der dixin, dibin navenda bajêr.

Li gorî çavkaniyên herêmê; çeteyên DAIŞ’ê di saetên êvarê de gundên Hesiye, El-Şefuqa, Sed El-Şehba, Kefer El-Werd, El-Eyun, Tiwêz, Kesar, El-Werdiye, Mezare Xirnata, El-Wehşiye, Mezar El-Wehşiye, Seyit Elî û Tewahîn bi darê zorê vala kirin. Çeteyan şêniyên gund hemû birin navenda bajarê Babê.

Heman çavkaniyan anî ziman ku şerên li herêmê dewam dikin, çete li hemberî operasyoneke bendewar a rizgarkirina Babê, dixwazin sivîlan wekî mertal bikar bînin. Hate gotin ku gelê herêmê li hemberî çeteyan tevlî hêzên şoreşger dibe, lewma çete bi vê yekê hewl didin ku pêşiya gel jî bigirin.