Çeteyê DAIŞ’ê yê komkujiya Parîsê organîze kiribû hat kuştin

Hat ragihandin ku duh sibehê çeteyê bi navê Ebdulhemît Ebayûd ê tê gotin ku êrîşên Parîsê yên 132 kesan jiyana xwe ji dest dane organîze kiriye di operasyona hat lidarxistin de hat kuştin.

Hat ragihandin ku duh sibehê çeteyê bi navê Ebdulhemît Ebayûd ê tê gotin ku êrîşên Parîsê yên 132 kesan jiyana xwe ji dest dane organîze kiriye di operasyona hat lidarxistin de hat kuştin. Dozger diyar kir ku Ebayûd di operasyona banliyoya Saînt-Denîs hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku Ebayûd ê Belçîkayî 27 salî ku gelek kes tevlî nav çeteyên DAIŞ’ê kiriye û paşê ji bo çalakiyan careke din ew şandine Ewropayê, birayê xwe yê 13 salî Yûnûs Ebayûd jî bi xwe re biriye Sûriyeyê. Ebayûd ê berê li Taxa Molenbeek a Brukselê dima, tê fikirîn ku êrîşên 132 kesan jiyana xwe ji dest dan plan kiriye.