Çete li Şêx Meqsûdê bi fuzeyan êrîş dikin: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê (SÛK), êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê dikin, bi fuzeyên ku hêza ziyana wê mîna bombeyên qazanê welatiyên sivîl tên hedefkirin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên Koalîsyona Niştimanî îro di saetên serê sibehê de, bi Fuzeyên Fîl ji bajaroka Kefer Hemra a Bakûr Rojavayê bajarê Helebê, Taxa Şêx Meqsûd topbaran, kirin. Di encamê de 3`ê sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîlên din bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin çeteyên SÛK’ê di saetên sibehê de, bi fuzeyên Fîl êrîşî Taxa Şêx Meqsûd û bajarokê Kefer Hemar ê li herêma Bakûrê Rojavayê Helebê cih digire kirin. Di êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî pisporên leşkerî, moşekên Fîl (Dirêjahiya wê di navberî 3-6 m û ferahiya wê 50 cm ye)bi eselê xwe fuzeyên ′Girad e′ lê hin guhartin li ser hatine çêkirin, di hundirê wê de madeyên teqemeniyê hene, wekî ′kemawî′. Giraniya wê 400-800 k ye û 4 km dûr diçe.

Hate rangihandin, fuzeyên Fîl yekem car ji aliyê Tevgera Ehrar El-Şam ev hatiye çêkirin û bikaranîn. Dema ku tê avêtin dengekî wekî fîlan derdixe, lewra navê Fîl lê hatiye kirin.

hate ragihandin ku fuzeyên bi qasî topên qazanê yên ku başafirên rejîmê bi ser gelê sivîl de dibarîne bi bandore.