CENÎ: Jinên Kurd xwedî roleke girîng in
CENÎ: Jinên Kurd xwedî roleke girîng in
CENÎ: Jinên Kurd xwedî roleke girîng in
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan daxuyaniyek da û ev roja ku divê bihata pîrozkirin, veguheriye roja bibîrxistina binpêkirina mafan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de rêgezên mafê mirovan wek nirxên hevpar ên mirovahiyê tên nîşandan û hat gotin ku li gorî vê danezanê ti kes reng, ziman, zayend, ola wan çi dibe bila bibe, xwedî mafên jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev in.
Di berdewamiya daxuyaniyê hat gotin ku di 66’emîn salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de, îro li tevayî cîhanê di pevçûn, şer, dagirkirin, cînayet û gelek bûyerên din de bi hezaran mirov dimirin û mafê jiyanê yê herî pîroz her roj bi hezaran carî tê binpêkirin. CENÎ di daxuyaniyê de got ku li Rojhilata Navîn her roj şer heye û berxwedana hêzên demorkasî ku ji bo parastina azadiya têdikoşe jî didome.
BERXWEDANA ZAYENDA JINÊ JÎ TÊ TEMSÎLKIRIN
CENÎ daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Tevgera Azadiya Kurd ku xeleka herî girîng a têkoşîna demokrasî û mafê mirovan e, li her çar parçeyên Kurdistanê pêşxistina berxwedanê bûye parêzvanê herî girîng ê têkoşîna mafê mirovan. Tevgera Kurd ku li Bakurê Kurdistanê pêşengê hewldana aştiyê ye û Rêbertiya wê nexşerêyeke jiyanê ya bi rûmet xêz kiriye, pêvajoya têkoşîna li Rojava wek pratîkbûna utopyayekê tê qebûlkirin.
Rola pêşeng a jinên Kurd di ser û aştiyê de girtiye ser xwe di pêkanîna normên ku danezana gerdûnî ya mafê mirovan hedef girtiye, di asteke gelek girîng de cih digire. Li her derê cîhanê jin ji ber zayenda xwe tên kuştin, biçûkxistin, rastî êrîşan tên û şîdetê dibînin. Îro li Rojava berxwedana tê meşandin têkoşîna zayenda jinê jî temsîl dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê têkoşîna belavkirina nirxên mafê mirovan a gerdûnî pêk bê û di pêkanîna van nirxan de rola jinê gelek girîng e. Hat gotin ku ew di vê têkoşînê de wê berpirsyariya xwe bînin cih û hêviya cîhanek azad û wekhev her tim biparêzin.