Cenazeyên şervanên TKP/ML û TÎKKO’yê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên sosyalîst Volkan Îldem (Nûbar) û Alî Kemal Yilmaz ên li Dêrsimê şehîd bûbûn, spartin axê.

Cenazeyên endamê TKP/ML MK Fermandarê Siyasî yê Dêrsimê Erol Volkan Îldem (Nûbar) û Fermandarê Herêma Dêrsimê yê TÎKKO’yê Alî Kemal Yilmaz (Ozgur) ên li Pûlur a Dêrsimê şehîd bûyîn, piştî merasîma li Mala Cem a Sarigaziyê, li Goristana Şehîdên Şoreşê û Partiya Sarigaziyê spartin axê.

Navçeya Stenbolê Sarigazî ji aliyê sedan polîs, bi dehan wesayîtên zirxî û helîkopteran hate dorpêçkirin. Bi hinceta şewbê weke sînor 60 kes bes dîtin û girse li ber mala cem dan rawestandin.

Bi rûxmê hemû astengiya polîsan girseyê xwe gihand mala cem û di saet 13:00’an de merasîm lidarxistin. Di merasîma bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de dirûşmeya “Rêberê me Îbrahîm Kaypakkaya” berz kirin. Di merasîmê de li ser navê Malbatên Girtiyan, Şehîd Partîzan û Partîzan axaftin hatin kirin.

Piştî merasîmê girseyê cenazeyê Alî Kemal Yilmaz û Erol Volkan Îldem li ser milan bi meşekê bi berzkirina dirûşmeyan berê xwe dan Goristana Sarigaziyê. Cenazeyê şervanan bi berzkirina merşan û dirûşmeyan spartin axê.