Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê hatin girtin

Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê hatin girtin

Malbatan cenazên 3 gerîlayên HPG'ê Firat Koç, Vesile Nas û Aydin Engudar ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û 27 rojin li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên rawestandin wergirtin.

Cenazên 3 gerîlayên HPG'ê Firat Koç, Vesile Nas û Aydin Engudar ku di dem û qadên cuda de jiyana xwe ji dest dan

27 rojin li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên girtin. Malbatên gerîlayên HPG'ê Firat Koç (Deniz Bingol), Vesile Nas (Ulkem İdil) û Aydın Engudar (Fırat Kaniroj) ku demek dirêj in li ber saziya tipa edlî radiwestin, wergirtin. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wergirtin dê cenazeyê Koç bişînin navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê, cenazeyê Nas bişînin navçeya Hezexa Şirnexê û cenazeyê Engudar jî bibin Navçeya Geverê ya Colemêrgê. Di merasima wergirtina cenazeyan de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Hevserokê BDP'a Stenbolê Arife Çinar û Emrullah Bingul û gelek kesên din amade bûn. Di merasima ji bo gerîlayên HPG'ê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên HPG û KCK'ê hatin vekirin. Komê di wergirtina cenazeyan de bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Komê dema cenazeyên HPG'iyan wergirtin ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û sirûda neteweyî ya kurd "Ey Reqîp" xwendin.

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Tuncel, diyar kir ku di şerê 30 salan de gelek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan û ciwanên kurd ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê xwe feda kirin. Tuncel, anî ziman ku pêvajoya Rêberê PKK'ê Ocalan daye destpêkirin ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê firsendek e û xwest mafê gelê kurd ji aliyê makeqanûnan ve bê parastin. Tuncel, xwest hikûmet gavên şênber bavêje û wiha got: "Ciwanên kurd ji bo azadiya gelê kurd û aştiya gelê Tirkiyeyê xwe feda kirin. Em li pişt pêvajoya ji aliyê gelê kurd, KCK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan e. Ev israra Birêz Ocalan û gelê me ye."

Birayê HPG'î Firat Koç Zekî Koç jî anî ziman ku 30 salin şer didome û anî ziman ku di vê pêvajoya ku derbasî aştiyê dibin de bi hezaran ciwanên wan jiyana xwe ji dest dan. Koç xwest êdî ev cenazeyê dawî be û şer bi dawî bibe. Birayê Vesile Nas Mehmet Nas jî xwest serê gelê Kurdistanê sax be û wiha got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in.

Piştî axaftinan cenaze bi maşîneya cenazeyan a Şaredariya Amedê hatin wergirtin.

Cenazeyê Koç dê li Navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê, cenazeyê Nas li navçeya Hezexa Şirnexê û cenazeyê Engudar jî dê li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bên definkirin.