Cenazeyê şervanê YPG'ê Rûtter li Manchesterê hate pêşwazîkirin
Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Lûke Rûtter ku li Reqayê şehîd bû, li welatê xwe ji hêla bi sedan Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.
Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Lûke Rûtter ku li Reqayê şehîd bû, li welatê xwe ji hêla bi sedan Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.
Şoreşgerê Îngilîz Lûke Rûtter (Soro Zinar) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, cenazê wî şandin welatê wî. Bi sedan Kurdistanî Rûtter pêşwazî kirin.
Lûke Rûtter ku li Lîverpoolê ya Îngilîstanê jidayik bû di Adara îsal de hatibû Rojava û tevlî nav refê YPG’ê bû. Rûtter 6’ê Hezîranê di şerekî nav bajêr ê Reqayê de şehîd bû. Li gel Rûtter her wiha 2 şervanên din ên enternasyonalîst şehîd bûbûn. Rûtter beriya bi 3 hefteyan bi merasîmeke bi debdebe ya cenaze ya li Dêrikê şandibûn Başûrê Kurdistanê.
'WÊ DI DILÊ KURDAN DE BIJÎ'
Piştî kar û barên fermî cenazeyê Lûke Rûtter şevê din gihaşte balafirgeha Manchesterê. Bi sedan Kurdistanî li balafirgehê bi qerefîlan û bi dirûşmên 'şehîd namirin' Rûtter pêşwazî kirin. Li gel wêneyên Rûtter wêneyên 3 şervanên din ên Îngilîz ku di demên cuda de li Rojava şehîd bûbûn hatin hildan. Her wiha di merasîma pêşwazîkirinê de alayên YPG'ê, YPJ'ê, PKK'ê, KODAR û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin hildan. Di merasîma pêşwazîkirinê de navê Kosta Erîc Scûfîeld Chrîs Scûrfîed jî hebû, ku Korsa Erîc 2015’an li Rojava şehîd bûbû.
Piştî ku cenazeyê Rûtter gihaşte cem girseyê, girseyê dirûşmên 'şehîd namirin' berz kir. Gel wesayita cenaze bi qerefîlan xemiland û deqeyekê rêz hate girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi Îngilîzî û Kurdî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin Rûtter di dilê Kurdan de tim wê leheng bimîne.
Di axaftinan de hate gotin, "Ji bo ku dawî li barbariya DAIŞ’ê were û ne tenê gelên Rojava hemû gelên dinyayê ji bo ku bi azadî bi hev re bijîn Lûke Rûtter jiyana xwe feda kiriye.’"
Di pêngava rizgarkirina navenda bajarê Reqayê de, roja 6'ê Hezîranê tevî Lûke Rûtter û 2 Amerîkî, 6 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest da bûn. Soro Zinar (Lûke Rûtter) ê 24 salî, ku meha Adarê ya îsal ji bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê tevlî nava refên YPG'ê bû, bû Îngilîzê çaremîn ku di nava du salan de li Rojava jiyana xwe ji dest dan. Ryan Lock bi nasnav Berxwedan Gîvara meha Kanûnê ya 2016'an, Knostandînos Erîk Scûrfîeld Adara 2015'an û Dean Evans jî 21'ê Tîrmeha 2016'an li Rojava jiyana xwe ji dest dabûn.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ji malbata Lûke Rûtter re nameyek şand û destnîşan kir, ku Rûtter dema ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşiya şehîd bûye.
JI HEZKIRIYÊN XWE RE AXIVÎ BÛ
Lûke Rûtter, demeke kin beriya şehîd bibe di dîmenekî de ji hezkiriyên xwe re wiha gotibû: "Dema hatim Rojava, min rastî ji hezkiriyên xwe re negot. Min ji wan re got ku ez ê biçim cihekî din. Ji ber vê yekê li min biborînin. Lê belê ji biryara xwe ti carî ne poşmanim. Hêvîdar im hûn ê hemû hurmetê nîşanî vê biryara min bidin. YPG, ji bo aştî bê herêmê, şensekî mezin e."Piştî merasîma pêşwazîkirinê, cenazeyê Rûtter ji bo otopsî bê kirin rakirin nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê wê ber bi bajarê Bîrkenhead ê were şandin ku malbata wî lê ye û li vir bê veşartin.