Cenazeyê Hatûn Tûglûk li ser rêya Încekê tê ragirtin
Piştî êrîşa faşîst û şûnde cenazeyê Hatûn Tûglûk a ku nehate definkirin, ji bo ku bê definkirin ber bi Dersimê ve hate birêkirin li ser rêya Încekê tê rawestandin.
Piştî êrîşa faşîst û şûnde cenazeyê Hatûn Tûglûk a ku nehate definkirin, ji bo ku bê definkirin ber bi Dersimê ve hate birêkirin li ser rêya Încekê tê rawestandin.
Koma faşîst a ku êrîşî kesên beşdarî merasîma veşartina cenazeyê dayika Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk bûn kirin û dirûşmên “Hûn cenaze li vir naveşêrin” qîr kirin. Piştî êrîşê cenazeyê ku hatî veşartin ji nû ve hate derxistin û ji bo bişînin Dersimê ketin ser rê.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Karê Hundir Sûleyman Soylû yê ku li wekîlên HDP’yî geriyayî gotiye: “Cenaze nebin Dersimê, dîsa li heman cihî veşêrin.” Polîsên li ser feramana Soylû rê girtin, cenazeyê Hatûn Tûglûk li ser rêya Încek dane rawestandin.
Hat destnîşankirin ku xizmên Hatûn bibiryarin ku cenaze li Dersimê bê veşartin.