Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li Cemxaneya Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrîşa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Bi êrîşa polîsan re koma ku xwe spartîn Cemxaneyê, derî girtin dirûşemeyên “Îbrahîm Gokçek bê mirine” û stranên Grûb Yorûm gotin.
Polîsên ku deriyê cemxanê şkandî û ketin hundir, xwestin ku ji morga cemxaneyê cenazeyê Gokçek bigrin. Endamên Birûya Hiquqa Gel û hinek parêzerên ku xwestîn li pêşiya polîsan bibin asteng, hatin destgîrkirin.
Polîsên ku dergehê morgê şikandîn û ketin hundir, cenazayê Gokçek bi wesayîtek a cenazan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji cemxaneyê revandin.
Hate zanîn ku cenazeyê Gokçek yê hatî revandin li Tuzlayê dan komek 10 kesî ya ji endamên malbat, Grûb Yorûm û parezeyê Bûruya Hiquqa Gelan pêk dihat. Piştre jî ji wir ji bo li Kayseriyê veşêrin ketin li ser rê.