Cenazeyê gerîla Aslan piştî 6 mehan dan malbatê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nûrûllah Aslan ku di şerê 16’ê Kanûna 2017’an de li navçeya Pilêmûriyê ya Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 mehan radestî malbatê hate kirin.

Di 16’ê Kanûna 2017’an de li navçeya Pilemûriyê ya Dersimê di şerê derketî de 8 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.  Cenazeyê Aslan bê agahiya malbatê li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin.

Malbatê agahiyên têkildarî Aslan ji çapemeniyê girt, tevî serlêdanan bi dehan caran a li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tu encam negirtbûn.

Herî dawî malbata Aslan têkildarî testên DNA’yê agahî girtin û cenazeyê Nûrûllah Aslan ji Goristana Bêkesan a Meletî wergirtin, birin Êlihê.