Nasnameya gerîlayên li Dersimê şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ên şer nasnameya 8 gerîlayên 16'ê Kanûna 2017'an di şer de li Dersimê şehîd bûn nû zelal bûye.
Navendê diyar kir, "15'ê Kanûna 2017'an artêşa TC a dagirker li herêmên Kizilmescît û Lameç ên navçeya Pîlemûrî ya Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kir. 16'ê Kanûnê hêzên dijmin û hêzên me li hev rast hatin û şerekî giran rû da. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve derb xwar, neçarî bi ser hêzên me ve biçe û bi rêya teknîkê bombe li herêmê barand. Ji ber bomberdûmanê 7 hevalên me yên bi pêşengiya hevalê Ferhat ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Ji ber şert û mercên şer agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd nû bi dest ketin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Ferhat Yilmaz |
Nasnav: Agir Êlih |
Nasnav: Çiyager Cûdî |
Nasnav: Dîcle Arîn |
Nasnav: Jînda Dersim |
Nasnav: Mizgîn Sîdar |
Nasnav: Sema Sila |
Nasnav: Şerzan Malazgîrt |