Cenazeyê Fermandarê MLKP’ê Akçîçek hate veşartin

Cenazeyê yek ji Fermandarên Yekîneyên Boz ên Kurdistan ê MLKP/FESK Huseyîn Akçîçek ê di şereke li navçeya Nûrhaq a Gurgimê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Ramazan ê navçeya Qislê hate veşartin.

Cenazeyê yek ji Fermandarên Yekîneyên Boz ên Kurdistan ê MLKP/FESK Huseyîn Akçîçek ê 28’ê Tebaxê di şereke li navçeya Nûrhaq a Gurgimê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî Dersimê hate veşartin.

Cenazeyê Akçîçek ê li Dersimê li Mala Cemê, malbatê xwest bibe navçeya Qislê. Lê ji ber operasyona leşkerî rê hatibû girtin, hat diyarkirin ku rê ne dane bê derbaskirin. Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu yê ku li gel malbatê cih girtî, di encama hevdîtina de ku bi walîtiyê re hate kirin, rê hate dayîn ku cenaze bê derbaskirin.

Cenazeyê Huseyîn Akçîçek birin gundê Ramazan ê navçeya Qislê. Piştî wecîbeyên ayînî Parlementerê HDP’ê Alîcan Onlu axivî. Onlu sersaxî ji malbat û hevrêyên Akçîçek re xwest. Onlû diyar kir ku navên Huseyîn û Elîşêr ne tesaduf in, her du nav jî li dijî zilmê berxwedan temsîl kirine û dîrokî ne. Onlu destnîşan kir ku Huseyîn li Kerbelayê li dijî zilma Yezîd serî netewan û got: “Li ser vê xakê Kerbelaya duyemîn 38’ e. Di Kerbelaya 38’an de yê ku wê rojê serî netewan jî Elîşêr e. Elîşêr bi vê jî têr nebû, li kû zilm hemû li dijî wê têkoşîn kir. Bû hevalên Denîz, Mahîr, Îbrahîm, Mazlûm ên rêberên tevgera şoreşgeran a li Tirkiye û gelên Tirkiyeyê.” Onlu bibîr xist ku gelek keta Elîşêr Denizan li ser vê xakê heye.

Darbesta cenazeyê Huseyîn Akçîçek a bi ala sor hatî pêçan hate veşartin.