Cenazeyê Fermandar Guler ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin
Ji Fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler ê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li taxa Gazî ya Stenbolê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Ji Fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler ê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li taxa Gazî ya Stenbolê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê di 21'ê Îlonê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, piştî ku duh danê sibehê ji Rojava hat wergirtin, bi şev anîn Stenbolê. Malbatê û hevalên wî cenazeyê Guler ji Balafirgeha Ataturk bi konvoyê birin taxa Gazî.
Welatiyên ku bihîstin cenazeyê Guler bê li ber mala cem a Gaziyê kom bûn û diruşmên "Şehîd namirin" berz kirin. Her ku çû hejmar bû hezaran kes. Kesên li ber mala cem civiyan, kortejên bi alên sor ava kirin û ber bi qereqola kevn ve meşiyan û li vir sirûda "çerxa şoreşê" xwendin. Polîsan jî di dema meşê de gelek caran xwestin provokasyonê derxînin û bombeyên gazê avêtin kolanan.
Girseya ku gihîşt ber qereqola kevn li vir li benda cenazeyê Guler man. Piştî ku ceraze gihîşt dirûşmên "Şehîd namirin" li her derê deng vedan û li vir cenaze bi meşale, alên sor ve hate pêşwazîkirin û ber bi mala cem ve birin. Welatiyan darbesta cenazeyê Guler li vir hilgirtin ser milan û birin hundirê mala cem.
Girseya ku li derve ma jî dirûşmên "Hevrê Azîz namire" qîriya. Dayika Guler, Elîf Guler jî di meşê de bi gel re meşiya.
WÊ ROJA YEKŞEMÊ WERE VEŞARTIN
Di vê navberê li vê derê hat ragihandin ku cenazeyê Guler wê roja Yekşemê saet di 13.00'an de bi merasîmekê li şehîdgeha Goristana Gaziyê bê definkirin.
Ji bo Guler heta roja cenaze bê definkirin wê li nêzî mala cem konê şînê bê vedan.