Cenazeyê Eylem Ataş li ATK’ya Edeneyê ye

Cenazeyê Şervana BOG’ê ya Eylem Ataş a ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan rê da ku derbas bibe.

Cenazeyê Ataş, ji Mêrdînê anîn Edeneyê. Piştî otopsiya ku li Saziya Tiba Edlî û şûn de wê Ataş îro li Goristan Kuçukobayê bê definkirin.

Şervana BOG'ê Eylem Aktaş ku di hemleya Minbicê ya li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û 101 rojin li ser sînor dihat rawestandin duh anîn Mêrdînê.

Piştî malbatê cenazeyê keça xwe wergirtin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malatê piştre ji bo otopsiyê cenaze anîn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Gelek kesan li vir cenaze pêşwazî kir û siloganên "Şehit Namirin" berz kirin. Jinan darbesta cenaze danîn ser milê xwe û birin morga nexweşxaneyê. Piştî kar û barê otopsiyê wê cenazeyê Ataş bibin Cemxaneya Şakirpaşa û piştre saet di 16.30'ande li Goristana Kuçukoba bê definkirin.